Li Swîsreyê 'Platforma hilbijartinê ya li dijî dîktator' ava bû
Gelek rêxistinên li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev civiyan, 'Platforma hilbijartinê ya li dijî dîktator' ava kirin û ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê zend û bend ba dan.
Gelek rêxistinên li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev civiyan, 'Platforma hilbijartinê ya li dijî dîktator' ava kirin û ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê zend û bend ba dan.
Sazî û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê platformek ava kirin û bi vî rengî dest bi karê hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê kirin.
Nûnerên Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (CDK-S), HDK-Swîsre, Federasyona Mafên Demokratîk a Swîsreyê (ÎDHF), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Partiya Şoreşger, SYKP, Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Swîsreyê (ÎABF), Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF), Platforma Suryaniyên li Ewropayê (ESU) li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev rûniştin û 'Platforma hilbijartinê ya li dijî dîktator' ragihandin. Nûnerên saziyan biryar dan ku dest bi karê ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê bikin.
'HILBIJARTIN QADEKE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE'
Di civînê de işaret bi girîngiya hilbiljartinê û helwesta mûxalefetê hate kirin û hin biryar di vê der barê de hatin girtin. Hate destnîşankirin ku hilbijartin qadeke têkoşîna li dijî faşîzmê ye û hate gotin, "Hemû hêzên alîgirê demokrasiyê ne divê biçin ser sindoqê û destê xwe bidin. Nêrîna 'ji xwe AKP wê bi ser bikeve' bi zanebûn tê belavkirin, divê haya herkesî ji vê xapînokê hebe. AKP ji hêza xwe bawer kir û biryara hilbijartinê da. Em dikarin vê lîstika wan têk bibin. Her rêxistin divê di dema hilbijartinê de plansaziya xwe taloq bike û giraniyê bide ser hilbijartinê."
Karê ku platform ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê bike, bi sê beşan hate destnîşankirin: "Heta 4'ê Gulana 2018'an qeyda hilbijêran bê kontrolkirin û yên ne qeydkirî ne bên qeydkirin. Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de propaganda bê kirin, çalakî, civîn û xwepêşandan bên organîzekirin. Hilbijartin û dengdan bên ewlekirin û alîkarî ji hilbijêran re bê dayin ku karibin biçin ser sindoqan."