Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê bi tevlêbûna saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûr-Sûryan, Ermen, Laz, Çerkez, Elewî, Êzîdî, demokrat, Misilman, jin û ciwanan hate avakirin.
Koordînasyonê diyar kir ji ber zexta zêde ya li Tirkiyê û Kurdistanê barekî mezin dikeve ser hêzên demokrasiye yên li Ewropayê û diyar kir ku li welat û bajaran bi bayê bezê divê komite werin avakirin û li ser wan jî xebatên propaganda û ajîtasyonê werin kirin.
Koordînasyonê got, ‘’Heke me barê xwe rakir karê me wê siviktir bibe. Em ê bi hev re bi ser bikevin.’’
Li Kolnê ya Elmanya 22’yê Nîsanê nûnerên hemû hêzên demokrasiye ji bo 24’ê Hezîranê Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ava kirin. Di dauxyaniyê de hate gotin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re armanc dike ku dîktatoriyê meşru bike. Her wiha hate gotin ku Erdogan bi referanduma 16’ê Nîsana 2017’an re dîktatoriya fiilî fermî kiriye û bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re jî dixwaze bi temamî civakê teslîm bigire.
HEWL DAYA PAQIJIYA ETNÎK BIKE
Di daxuyanniyê de hate gotin,’’Desthilatdariya ku bi navê ‘Bekaya Dewletê’ bi mehan bajarên Kurdistanê abluka danî, bajarên Kurd hilweşandiye, şewitandiye, bi sedan sivîlên Kurd kuştiye. Qîma xwe bi vê jî neaniye li Ezaz, Cerablûs û Efrînê bi hesabên emperyal hewl daye ku komkujiyê û paqijiya etnîk li ser gel û bawriyan bike.’’
DIXWAZIN DÎKTATORIYÊ MEŞRÛ BKIN
Di daxuyaniyê de bi berdewamî operasyonên qirkirinên yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser siyaseta Kurd, hêzên demokrasî, ked û hêzên azadîxwaz hate destnîşankirin û hate gotin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP-Ergeneokê hilbijartin kirine amûr û wiha bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re dixwazin di nav civaka Tirkiyê û di qada navnetewî de vê meşru bikin û rejîma xwe ya faşîst bi sazûmanî bikin.
SANIYEYEKE ME YA KU EM WINDA BIKIN TINE
Koordînasyonê bi berdewamî bal kişande ser kêmbûna wext a ji bo hilbijartinê de û got, ‘’yek saniya me ya alîgirên demokrasi, azadî, aştî û dadmendiyê tine ku em winha bikin.’’
DIVÊ HDP Û BERENDAMÊ WÊ WERE DESTEKKIRIN
Koordînasyonê di civînê Kolnê de, ku HDK-E, Platforma Xwedîderketina li Berxwedana Efrînê, Platforma Na, Platforma Êdî Bes e jî hazir bû, diyar kir ku dive HDP û berendamê wê were destekkirin.
BANGA JI BO XEBATÊ
Koordîasyona Hilbijartinê bang li Kurdistanî, demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyî , tevgerên Elewî û hêlên demokrasiye yên civakî kir û û got, ‘’Em bang dikin ku faşîzmê û dîktatoriya yek zilamî hilweşînin. Ji bo ku em vê peywira dîrokî bi cih bînin em bang dikin li welat û bajarê ku lê dijîn xebatan bikin.’’