Greva birçîbûnê ya li Marsîlyayê bi dawî bû
Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kirî, bi mîtîngekê bi dawî bû.
Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kirî, bi mîtîngekê bi dawî bû.
Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hatibû destpêkirin, îşev seat 19:00'an bi mîtîngekê bi dawî bû.
Kurdistanî û dostên wan peyam dan ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe û Ocalan azad nebe têkoşîn wê bidome. Di çalakiya greva birçîbûnê de sînevîzyona ku tevgera çandê TEV-ÇAND’ê amadekirî hate nîşandan, stran hatin gotin û bi sedan belavok hatin belavkirin.
Di çalakiya greva birçîbûnê de yekineya perwerdê bi seminerekê ku qala jiyana Rêberê Gelê Kurd dike reng da çalakiyê. Çalakiya greva birçîbûnê bi beşdarbûna kesên ji Toûloûse, Lyon, Marîgnane, Montpellîer, Dragûîgnan û Marsilyayê roja Dûşemê li qada Vieux-Port destpêkirîbû.