Du endamên TÎKKO jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Alîbogazi ya Dersimê, 2 jinên endamên TÎKKO'yê di şer de jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Alîbogazi ya Dersimê, 2 jinên endamên TÎKKO'yê di şer de jiyana xwe ji dest dan.
Li Alîbogazi ya Dersimê, artêşa Tirk sibeha 23'ê Nîsanê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de 2 endamên TKP/ML TÎKKO jiyana xwe ji dest dan.
Hate îdîakirin ku di şer de jinek jî bi birîndarî hatiye girtin. Li gorî agahiyan, yek ji her du endamên TÎKKO yên jiyana xwe ji dest dan Gul Kaya (Nergis) e.
Li ser aqûbeta jina ku tê gotin bi birîndarî hatiye girtin agahî bi dest neket.