Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Kasselê ne
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin di hefteya 305'an de ye. Komeke nû ya ji bajarê Kassel ê Elmanyayê çalakî dewr girt.
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin di hefteya 305'an de ye. Komeke nû ya ji bajarê Kassel ê Elmanyayê çalakî dewr girt.
'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir bi tevlîbûnên nû dewam dike.
Komeke ji sê kesan a ji bajarê Kassel ê Elmanyayê nobeda vê hefteyê dewr girt.
Çalakgeran li ser nobedê axivîn û bla kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in dewam dike.
Çalakgeran bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) xwest ku tavilê biçe girava Îmraliyê û li ser rewşa Ocalan agahiyê bide.
Li cihê ku nobed tê girtin, bi banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji roja Duşemê ve nûnerên bi dehan saziyan tevlî greva birçîbûnê bûne. Her du çalakî bala welatî û tûrîstan dikişînin.