Kartal: Em hîn bi xurtî xwedî li Rêber Apo derkevin

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal işaret bi zextên giran ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Ji Japonyayê heta Kanadayê divê gelê me xwedî li Rêber Apo derkeve û çalakiyan li dar bixe."

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji roja Duşemê ve li gelek bajarên Ewropayê grevên birçîbûnê tên kirin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku Ocalan ji bo wan xeta sor e, lewma divê tecrîd derhal bê rakirin.

Kartal daxuyaniyên Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) yên dema dawî samîmî nedît û bi zimanekî tund rexne kir.

Remzî Kartal bang li Kurdên li çar aliyên cîhanê kir ku çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin xurttir bikin.

'CPT LI GORÎ BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ TEVDIGERE'

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi bîr xist ku 2 sal in ew nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin û got, "Dewleta Tirk ji her alî ve li dijî destketiyên gelê Kurd şerekî topyekûn dike. Di vê çarçoveyê de tecrîda li ser Rêber Apo dişidîne. Lewma gelê Kurd ji jiyan, tenduristî û ewlekariya Rêber Apo bi fikar e."

Kartal bal kişand ser daxuyaniya dawî ya CPT ku li ser serdana du sal berê agahî da û got, "CPT vê demê daxuyanî da û diyar kir ku haya wan ji rewşa Ocalan heye. Weke ku tê zanîn, heyetek ser bi CPT vê dawiyê çû Tirkiyeyê û serdana hin girtîgehan kir. Lê belê der barê Reber Apo de tenê bi rayedarên hikumetê re rûnişt. Neçû Îmraliyê û Rêber Apo nedît. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd dema ku li vê rewşê dinerin digihêjin wê baweriyê ku CPT li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tevdigere. Heyeteke vê saziyê beriya 2 salan çûbû Îmraliyê, lê rapora xwe nû eşkere kir. Ji ber ku dewleta Tirk ev yek xwest. Lewma daxuyaniya hatiye dayin, gotinên hatine bilêvkirin ji bo me bê qîmet in, bawerî pê nabe."

'DEWLETA TIRK BI SIYASETEKE TAYBET NÊZÎ RÊBER APO DIBE'

Remzî Kartal da xuyakirin ku gelê Kurd bi têkoşînê dikare destketiyan bi dest bixe û got, "Weke gel û tevgera Kurd divê em vê rastiyê bibînin û berxwedanê û têkoşîna ji bo xwedîderketina li Rêber Apo mezintir bikin. Çawa ku dewleta Tirk li Efrînê, li çar aliyên Kurdistanê li dijî destketiyên Kurdan siyasetê dike, heman siyasetê li dijî Rêber Apo jî dike. Lazim e em vê rastiyê bibînin û têkoşîna xwe bi vî rengî bidomînin. Girîng e em li ser raya giştî ya Ewropayê û gelemperiya cîhanê karê lobî bikin û bikin ku CPT biçe Îmraliyê. Ji ber ku misyona CPT ye ku mafên mirovan biparêze û pêşî li êşkenceyê bigire. Neçar e ku bi vê erk û berpirsyariya xwe rabe."

'JI JAPONYAYÊ HETA KANADAYÊ EM DAKEVIN QADAN'

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi bîr xist ku li gelek welatan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên kirin û ev bang kir: "Em bi rengekî xurt û girseyî tevlî hemû çalakiyên vê demê ji bo Rêber Apo têne kirin bibin. Têkoşîna xwedîderketina li Rêber Apo divê bi xurtî be. Li Kanada, Awûstralya, Latîn Amerîka, Japonya, welatên Rojhilata Navîn, welatên Ewropayê, Afrîka, welatên Sowyet berê, gelê me divê li her cihê lê ye tevlî çalakiyan bibe û hê bi xurtî xwedî li Rêber Apo derkeve. Em pê piştrast in ku gelê me wê ji niha û pê ve jî bi xurtî xwedî li Rêber Apo derkeve û tevlî çalakiyan bibe."