Ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê didome

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê yên li bajarên Ewropayê didomin.

Li Marsîlaya ya Fransayê li Hannover a Elmanya û Toronto ya Kanadarê çalakiyên ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Di grêvên birçîbûnê de hate xwestin ku CPT were ser karê xwe, azadî ji Ocalan re hate xwestin û her wiha girîngiya berxwedanê hate destnîşankirin.

MARSÎLYA

Li Marsîlya ya Fransayê ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grêva birçîbûnê di rojan sêyan de didome. Çalakî beriya bi du rojan li meydana Vîeux-Portê dest pê kir. Kurd û dostên wan dixwazin tecrîda li ser Ocalan rabe û Ocalan azad bibe. Di çalakiyê de sînevîzyonên TEV-ÇAND’ê hazir kiribûn hate nişandan, stran hatin gotin û belavok hatin belavkirin. Şevê dî jî yekîneyên perwerdehiyê derbarê jiyana Ocalan axivîn. Ev çalakî ji hêla 42 kesan ku ji bajarên cuda yên Fransayê hatibûn dest pê kir.

HANNOVER

Li Hannoverê jî bi armanca ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were û CPT karê xwe bike grêva ku dest pê kirî kete roja duyan.

Endamê NCKD’yê yê Hannoverê yê ku di grêvê de ye got, ‘’Ji bo azadiya Ocalan li Ewropayê û Kurdistanê dive her kes rabe ser piyan. Dive çalakî zêdetir bibin, berxwedan bibe yek û dîwarên Imraliyê werin şikandin. Ji bo dawî li tecrîdê were û hilbijartinan dive her kes li ber xwe bide.’’

Di çalakiyê de çalakiyên li Berlîn, Bremen, Marsîlya û Strasboûrgê hatin slavkirin.

Çalakgerê grêvê ji bo qirkirina li ser Ermen û Êzidiyan mûm vêxistin û afiş daleqandin.

Her wiha îro saet 17.00’an li ber gara trênê ya Hannoverê wê meş werin kirin.

TORONTO

Li Torontoyê jî girêva birçîbûnê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ev roja duyan e, bi tevlêbûna 10 kesan didome, ku di nav wan de hevserokên meclîsê û endamên meclîsê hene.

Çalakgeran bang li CPT’yê kirin rewşa Ocalan li cih kontrol bike û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

ROMA

Li paytexta Italayê Romayê jî li navçeya Vîterboyê çalakiyek ji bo Efrînê hate kirin. Di çalakiyê de Kurd û dostên wan hazir bûn, bang hate kirin ku li dijî rejîmên berxwedan bibe yek.