ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Nîsana 2018'an.

- Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bradost û Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîla mezin dibe.

- Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal işaret bi zextên giran ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Ji Japonyayê heta Kanadayê divê gelê me xwedî li Rêber Apo derkeve û çalakiyan li dar bixe."

- 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin di hefteya 305'an de ye. Komeke nû ya ji bajarê Kassel ê Elmanyayê çalakî dewr girt.

- Greva birçîbûnê ya li bajarê Kolnê ku ji bo azadiya Ocalan pêk tê, kete roja dawî. Ji bo mîtînga girseyî banga tevlîbûnê hate kirin.

- Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn 22'ê Nîsanê li Kolnê li hev ciivyan û Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ava kirin. Koordînasyonê ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê zend û bend ba da.

- Endama Meclîsa Eyaleta Hamburgê ya Elmanyayê Cansû Ozdemîr bal kişand ser êrîşên dema dawî yên li dijî Kurdan û rêxistinên çeteyên nîjadperest ên Tirk xiste rojeva meclîsa eyaletê.

- Li Nîkaragûayê, çalakiyên protestoyî yên li dijî desthilatdariya Serokkomar Daniel Ortaga ku gerîlayekî berê ye, zêde dibe. Di nava şeş rojan de 27 kes mirin.