Li Grazê standa boykotê hate danîn
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan standan boykotê hate danîn.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan standan boykotê hate danîn.
Çalakiyên ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan dewam dikin. Li bajarê Graz ê Awûstûryayê duh danê nîvro bi vê armancê standa agahdarkirinê hate danîn. Endamên Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê û ciwanan li Herrengasseyê stand danîn û nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk a li Efrînê dan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û ji raya giştî ya Awûstûryayê hate xwestin ku ji bo betlane û bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê.
NEBÎN HEVPARÊ ŞER Û KOMKUJIYAN
Çalakgeran ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan bi sedan belavok belav kirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku pereyê ji bo betlaneya li Tirkiyeyê were dayin wê xizmetê ji şer re bike û banga "Mal û tûrîzma Tirkan boykot bike, nebe hevparê şer û komkujiyan" hate kirin.