Heyeta HDP’ê bi serokê MPKE'yê Mîchele Nîcolettî re civiya
Heyeta HDP’ê ku ji parlamenterên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Mîthat Sancar û nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Fayîk Yagizay pêk tê bi serokê MPKE Mîchele Nîcolettî re civiya.
Heyeta HDP’ê ku ji parlamenterên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Mîthat Sancar û nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Fayîk Yagizay pêk tê bi serokê MPKE Mîchele Nîcolettî re civiya.
Serokê nû yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) Mîchele Nîcolettî li meqamê xwe bi heyeta HDP’ê re civiya. Parlamterê Îzmirê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û Parlamenterê Mêrdînê yê HDP’ê Prof. Mîthat Sancar, nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Fayik Yagizay beşdarî hevditinê bûn. Di hevdîtinê de rewşa parlamenterên girtî yên HDP’ê, hilbijartinên bi darê zorê hate gotûbêjkirin.
ZÊDEBÛNA ZEXTAN ÊN LI TIRKIYEYÊ HATE GOTÛBÊJKIRIN
Diyar bû di hevdîtinê de rewşa hevserokên berê yên HDP’ê yên dîl girtî, zextên li ser HDP’ê, Rewşa Awarte û mexdurên biryarnameyan, bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê qewimîn hatin gotûbêjkirin. Diyar bû ku şandeya HDP'ê xwest ku pêvajoya ku ji hêla MPKE'yê ve bi monîtorîngê ya dane û kontrolê ve jixwe tê şopandin ji nêz ve were şopandin û li ser mijarên lezgîn ên di rojevê de ew bendewar in ku xwedî helwesteke erênî bin.