Daxwaza tehliyebûna rojnameger Alayûmat hate redkirin
Rojnameger Erdogan Alayûmat ê ku 9 meh in girtiye, rûniştina doza wî hate kirin. Di rûniştinê de daxwaza tehliyebûna Alayûmat nehate qebûlkirin.
Rojnameger Erdogan Alayûmat ê ku 9 meh in girtiye, rûniştina doza wî hate kirin. Di rûniştinê de daxwaza tehliyebûna Alayûmat nehate qebûlkirin.
2’yemîn danişîna doza nûçegîhanên dihaber'ê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayûmat ê girtî û Nûrî Akmanê ku bi awayekî negirtî tê darizandin ku di 13'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê hatin binçavkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Hatayê hat dîtin. Ji bo her du rojnamegeran her yek ji wan 45 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Akman ê ji derve tê darizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê her du rojnamegeran Tûgay Bek, malbata Alayûmat û Erdogan Alayûmat ji Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
Piştî tespîta nasnameyê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal ê parêzerê Alayûmat xwest beşdarî danişînê bibe, şahidî kir. Kambal, diyar kir ku Alayûmat rojnameger e û nêzî 4 salan bi hev re rojnamegertî kirine. Kambal, anî ziman ku karê Alayûmat dike weke sûc tê lanse kirin û wiha got: “Wê demê ez û hemû rojnamegerên cîhanê vî sûcî dikin û divê bên darizandin. Alayûmat di çarçoveyê xebatên rojnamegertiyê de çûye ser sînor û nûçe çêkirin. Ev şahidê vê yekê me.”
Piştre Alayûmat mafê axaftinê stend û diyar kir ku ew dixwaze bi Kurdî xwe biparêze. Alayûmat got ku, “Min berê jî xwe parastibû. Ez li ser parastina xwe me. 9 meh in ez belasebeb di girtîgehê de me. Ez ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin.”
Di rûniştinê de heyeta dadgehê biryar da ku bila rewşa girtî ya Alayûmat were domandin û rûniştina were taloqî 23’ê Gulanê kir.