Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûk û Diyalayê êrîş kirin

Li Kerkûk û Diyalayê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de fermandarekî baskê Heşdî Sûnî yê ser bi koma Heşdî Şabî mir, 5 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Reşad ê navçeya Hewîce ya Kerkûkê, çeteyên DAÎŞ'ê duh bi şev êrîş birin ser gundê Newaflî ku koma Heşdî Sûnî lê bû. Ji ber êrîşê fermandarekî baskê Heşdî Sûnî yê ser bi koma Heşdî Şabî mir, 5 kes jî birîndar bûn.

Wekî din, duh saet 20'an li nêzî Eniya Turkmen Efay a li taxa Tiseînî ya Kerkûkê ku baregeha wan a leşkerî lê ye, teqînekê rû da. Hate ragihandin, dema ku 2 namzetên ji lîsteya Tirkmen tevlî hilbijartinê dibin ketin hundirê buroya hilbijartinê bombe hatiye teqandin.

Çeteyên DAÎŞ'ê duh bi şev êrîşî hêzên Iraqê yên li gundê Husêney ê li nêzî bajarokê Gulale yê Diyalayê kirin. Piştî ku hêzên Iraqî bersiv dan şer derket û bi qasî 45 deqeyan dewam kir.

Wekî din, çeteyên DAÎŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser nuqteyeke din a artêşa Iraqê. Li ser mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.