Li Strasboûrgê hevdîtin bi CPT û Konseya Ewrûpayê re hate kirin

Bi wesîleya greva birçîbûnê ya ku têkildarî şertên tecrîda li ser Ocalan CPT û Konseya Ewrûpayê bila agahdariyan bidin, bi nûnerên gelek saziyan hevdîtin hate kirin.

Roja Duşemê li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê û CPT’ê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û bi tevlêbûnên nû re çalakî didome. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji welat û bajarên cihê hatin serdana çalakiyê. Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê bi rayedarên Konseya Ewrûpayê û CPT’ê hevdîtin hate kirin.

Heyeteke komîsyona têkiliyên derve ya CDK-F duh û îro bi rayedarên Konseya Ewrûpayê û CPT’ê re civiyan. Heyet di heman demê de bi gelek nûner û delegasyonên Konseya Ewrûpayê re civiyan.

BI GELEK HEYETÊN PARLEMENTERAN HEVDÎTIN HATIN KIRIN

Endamekî heyetê Egîd Polat diyar kir ku duh bi delegasyona Swêdê re civiyane û wan diyar kirine ku rewş û tecrîda li ser Ocalan wan dixe nav fikaran.

Polat ragihand ku delegasyona Swêdê ji wan re gotine ku ew rewşa Ocalan dişopînin û haya wan ji rewşê heye.

Polat diyar kir ku wan bi nûnerên daîmî ê Konseya Ewrûpayê yên Fransayê û bi endamên delegasyonê re jî civiyane. Polat bal bir ser vî tiştî ku ev civîneke yekemîn a bi rayedarên Fransayê bû û ji bo wan ev hevdîtin gelekî girîng e. Polat ragihand ku endamên heyeta Fransayê eleqeyeke germ nîşanî wan da û diyar kirine ku ew ê vê meseleyê bişopînin.

Li gorî agahiyên ku Polat da, heyet duh û îro di hevdîtinên cihê de bi parlementerên Yewnanistanê re jî civiyane û parlementeran diyar kirine ev tecrîda li ser Ocalan haydar in û ew ê şopdarê vê meseleyê bin.