Elmanya çavê xwe ji rêxistinên 'nîjadperest ên Tirk' re digire?

Endamê Meclîsa Federal a Eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê Cansû Ozdemîr rêxistinên çete yên nîjatpeerestên Tirk ku van demên dawî bi êrîşên ser Kurdan balê dikişînin ser xwe, bire rojeva meclîsê.

Cansû Ozdemîr ku her wiha Hevseroka Meclîsê ya Eyaleta Hambûrgê ye, derbarê xebatên Federasyona Komeleyên Tirk ên Demokratîk û Îdealîst (ADUTDF) û rêxistina bi navê Komeleya Furkan û Hîzb-ut Tahîr pirs name amade kir.

Di pirsnameyê de Ozdemîr, ku xwestiye hikûmeta Eyaletê ya Hambûrê bersiv bide, her wiha pirs kiriye bê ka yekîneyên ewlehiyê yên Elmanyayê li dijî van avaniyan bi nêzîkatiyeke çawa ne.

Di pirsnameya derbarê ADÛTDF’ê de Ozdemîr balê dikişine ser ku bi 7 hezar endamên xwe mezintirîn saziya netewperest a Tirk a li Elmanayê ye. Ozdemîr di pirsnameyê de pirsa wê kir bê ka yekîneyên ewlehiyê yên Elman li dijî ADÛTDF’yê bi çi helwestê ne, alîgirên wan ên li Hambûrgê ji 2015’an ve çi qasî kêm-zêde bûne, têkiliya ADÛTDF’yê bi saziya lobiye ya rejîma AKP-MHP’ê û Erdogan çiye û her wiha, derbarê ‘Turkos Hambûrg’ û ‘Turan.e.V.Hamburg’ ku di raporên îstîxbaratî de ‘netewperestên Tirk’ têne dîtin çi agahî di destê rêveberiya Hambûrgê de hene.

DERBARÊ KOMELEYA FURKANÊ ÇI TÊ ZANÎN

Ozdemîr li ser Komeleya bi navê Furkan û Hîzb ut Tahrîr jî pirs nameyek da û di vê pirsnameyê de pirs kir bê ka derbarê vê komeleyê de çi agahî di dest yekîneyên ewlehiyê de hene, armancên vê komeleyê çi hene û ji bo armancên xwe kîjan rê û rêbazan bi kar tîne, li pişt vê komeleya Furkanê organîzasyonên navnetewî an jî hikûmet hene yan na û hikûmeta eyalete, yekîneyên ewlehiyê ji bo ku pêşî li xebatên saziya navborî bigirin çi dikin.

Ozdemîr derbarê Hîzb ut Tahrîr jî bi heman çarçoweyê pirsnameyek da.