Trump û Macron çarçoveyeke nû ji bo Rojhilata Navîn datînin!

Serokê DYA Donald Trump û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo li Rojhilata Navîn 'hegemonya' ava nebe, li hev kirin ku çarçoveyek nû destnîşanb ikin. Trump ji bo destwerdana leşkerî bang li welatên Ereb kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Washingtonê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Beriya civîna çapemeniyê her du lîder li Oval Ofîsê li hev rûniştin. Mijara hevdîtinê jî "têkoşîna li dijî terorîzmê", "bernameya nukleerî ya Îranê, krîza Sûriyeyê û baca gumrukê ku DYA li ser hin berhemên Ewropayê ferz kiriye.

Li ser mijara Îranê her du welatan li hev nekirin, lê belê işaret bi wê yekê hate kirin ku pêkane peymaneke nû bê kirin. Di mijara Sûriyeyê de daxuyaniyên balkêş dan. Trump û Macron li hev kirin ku pirsgirêka Sûriyeyê di çarçoveyeke berfireh a nîqaşên li ser Rojhilata Navîn de bê nirxandin. Trump û Macron destnîşan kirin ku ew dixwazin pê bawer bin ku li Rojhilata Navîn hegemonya ava nabe. Trump her wiha diyar kir ku welatên dewlemend ên herêmê divê tevlî destwerdana leşkerî bibin û tevkariya malî bikin.

TRUMP: WELATÊN EREB WÊ LEŞKERAN BIŞÎNIN, EM Ê VEKIŞIN

Li ser mijara hebûna leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê Trump careke din got ku ew dixwazin yekîneyên xwe yên leşkerî vekişînin. Serokê DYA ji welatên Ereb xwest ku tevkariya xwe ya malî ya li hewldanên welatên Rojavayî yên ji bo şikandina bandora Îranê tên kirin zêde bikin.

Trump got, "Ev welatên herêmê dewlemend in û divê êdî berdêla wê bidin. Em ê bi wan re biaxivin, wê bidin."

Trump got, "DYA jî wê bide" û wiha dewam kir: "Û ev welat wê her wiha yekîneyên leşkerî bişînin herêmê. Em ê jî yekîneyên xwe vekişînin."

MACRON: JI BO SÛRIYEYÊ WÊ ÇARÇOVEYEKE NÛ BÊ DESTNÎŞANKIRIN

Macron jî di vê mijarê de got, "Me biryar dan ku tevkariya xwe zêde bikin (...) Armanca me ya sereke ya li herêmê ew e ku karê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê û dijminan temam bikin. Wezîfeya me heye ku em aştiyê ava bikin. Ji bo pê bawer bin ku gelê Sûriyeyê wê di nava aştiyê de bijî, pêwîstiya me bi çarçoveyeke nû ya berfireh heye. Divê em pê piştast bin ku wê li herêmê hegemonya nebe (...) Lê belê li herêmê, bi taybetî li Sûriyeyê ji bo avakirina çarçoveyeke nû em ê bixebitin. Hefteyên bê em ê vê binirxînin. Em ê nebêjin ku em ê di filan demê de vekişin."