CSIS yek ji girîngtirîn şîrketên lêkolînê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî şaxên xwe hene. CSIS encamên anketa xwe eşkere kir û diyar kir ku rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê wê li Başûrê Kurdistanê 60 ji sedî, li gelemperiya Iraqê jî 55 ji sedî be.
Li gorî anketê, PDK û YNK wê di hilbijartina 12'ê Gulanê de 11 kursiyan ji dest bidin û tenê 17 wekîlan bi dest bixe. Di hilbijartina 2017'an de Başûrê Kurdistanê bi giştî 44 wekîl şandibû parlamenta Iraqê. 28 ji van ji PDK û YNK'ê bûn. Encamên anketê nîşan didin ku dengê her du partiyan wê 40 ji sedî kêm bibe.
Li gorî lêkolînê, Komala Îslamî, Tevgera Goran û Koalîsyona Berhem Salih a ji bo Edalet û Demokrasiyê wê bi giştî 7 parlamenteran derxînin. Li gorî vê encamê partiyên navborî 5 parlamenteran ji winda dikin. Partiya Yekgirtû jî berê 4 wekîl derxistibû wê tenê 2 wekîlan bi dest bixe.
CSIS diyar kir ku deng wê bi giranî ji lîsteya bi hejmara 120'an a Neway Nû re biçe û ev lîste wê 17 parlamenteran derxîne.
Li gorî anketa CSIS, partiyên Iraqê wê vê encamê bi dest bixin:
Lîsteya Nasir a bi serkêşiya Serokwezîr Haydar El Ebadî 72 wekîl, lîsteya Hadî Amrî 37 wekîl, lîsteya bi hejmara 127'an 7 wekîl, lîsteya dewleta qanûnê ya Serokwezîrê berê Nûrî Malîkî 19 kursî.