ROJANE
Rêber Apo got, karê wî yê azadiya jinê êdî temam bûye ku jê re gotibû, 'projeya min a nîvcomayî' û diyar kir ku ya divê bê kirin 'pêkanîna vê yekê ye'. Rêber Apo got, "Bi qasî ku hûn pêwîstiyê pê bibînin ez ê bi we re bijîm û bi we re bim."
Komîteya Navendî ya PKK'ê: Em bang dikin ku biryarên Kongreya 12'emîn rast bêne fêhmkirin û bi serketî bêne bicihanîn, li ser xeta Apoyî xwe nû bikin, ji pêvajoya nû re amade bikin, bikin milîtanên bi biryar û li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin.
Fîlozof Prof. Michael Lowy diyar kir ku fikrên Rêber Apo ji bo tevgerên ku têkoşîna civakî dimeşînin dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê û got, bicihhatina biryarên kongreya PKK'ê jî bi gavên şênber ên dewletê ve girêdayî ye.
Omer Ocalan ku li Îmraliyê hevdîtin kir, peyama Rêber Apo ya Cejna Qurbanê parve kir: "Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim."
Rêber Apo û 6 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi malbatên xwe re hevdîtina ji bo cejnê kirin.
Hemû Nûçe
-
-
Bûldan: Natirsîn û serî natewînin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Edenyê axivî, nerazîbûn nîşanî Erdogan ê namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş tim dike hedef da û got: “Yekan e tirs û xofa wan HDP û Demîrtaş e.”
-
-
Temellî: 24’ê Hezîranê wê AKP bikeve!
Temellî bibîr xist ku mîna 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê gotin bi kîn û nefet bi kar tînin, dixwazin ji xwîn, şer û rondikên çavan hêzê bigirin. Wan gotin: “Kobanê ket, ha dikeve”. Kobanê neket, ew wê 24’ê Hezîranê bikevin.
-
Lı Wanê xebatên HDP’ê bi coş didomin
Li Wanê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bê navber didomin. Hevserokên HDP’ê û DBP’ê li gel namzetên parlemeteriyê li navçe û navenda Wanê serdana esnaf û gel kirin.
-
-
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş...
-
-
Onder: Em ê bi hev re qezenç bikin
Parlamenterê Enqerê Sirri Sureyya Onder bi namzetên HDP’ê re serdana dikandarên li Ûlûsê kir û wiha got; “Beriya niha em diçûn, niha gel dema me dibîne tên gel me.”
-
NY ji bo Penahî banga rawestandina darvekirinê li Îranê kir
Rejîma Îranê ragihandibû ku wê piştî cejnê girtiyê Kurd Ramîn Hisên Penahî wê bêdeng darve bike. Raportorên Taybet ên Înfaza Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî, têkildarî biryara Rejîma Îranê hişyarî da û daxwaza rawestina lezgîn ya biryarê kir.
-
-
-
-
-
-
Karasû: Gladyoya Erdogan li ser kar e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser êrîşên dema dawî yên rejîma AKP-MHP'ê û got, "Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî êrîşan hê bi rêxistinî û zanebûn li ber xwe bidin."
-
-
-
-
-
-
Li deriyên gumrukê dengdana bi sextekarî
Welatiyekî Tirk ê ji bo dengdanê çû Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê li Dusseldorfê, eşkere bû ku bi navê wî li Deriyê Gumrukê yê Esenbogayê beriya 8 rojan dengê hatiye dayin.
-
-
-
Onder: Em ji Manîsayê herî kêm 3 wekîlan derxînin
HDP'ê bi beşdariya bi deh hezaran kesî li Manîsayê mîtîngek pêk anî. Onder işaret bi mîtînga AKP'ê ya li Stenbolê kir ku Çîller jî tevlî bû û got, "Mîna siyasetmedarên ku bi hêviyeke mezin bang li wan kiriye, wê di nava dîrokê de winda bibin."