Li Sûriyeyê di êrîşa hewayî de 52 alîgirên rejîmê hatin kuştin

Li gorî bîlançoya dawî, li herêma Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa hewayî de herî kêm 52 şervanên alîgirê rejîmê mirine ku piraniya wan biyanî ne.

Êrîş şeva Yekşem-Duşemê li herêma El Harî ya li nêzî sînorê Iraqê li dijî şervanên alîgirê rejîma Sûriyeyê hate kirin. Bîlançoya êrîşê giran dibe.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê herî kêm 52 kes mirine ku 30 jê Iraqî, 16 jî Sûriyeyî ne. Hate gotin, di nava van de leşker û milîsên Sûriyeyî jî hene.

Beriya niha hatibû ragihandin ku 38 kes mirine. Saziya Çavdêriyê diyar kir ku wan tespît nekirine bê êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin û ragihand, birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bûkemalê û Iraqê.

Rayedarekî leşkerî yê li Dêra Zorê ji AFP'ê re got, balafirên şer êrîş birine ser çeperên hevpar ên Iraq-Sûriyeyê yên li El Harî.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ji êrîşê koalîsyona navneteweyî berpirsyar dît. Rayedarekî koalîsyonê jî diyar kir ku ne balafirên Amerîkî ne jî yên koalîsyon êrîş nekirine.

Heman çavkanî da xuyakirin ku haya wan jê çêbûne ku di êrîşê de ya dijî hêza milîs a Şîa ya Iraqê ku Îran destekê dide wan, gelek şervanên Katibe Hîzbûllah mirine.