Bûldan: 24’ê Hezîranê wê AKP biçe, HDP bimîne

Bûldan a di mîtînga HDP’ê ya Mêrsînê de axivî, nerazîbûn nîşanî hedefkirina Erdogan a HDP’ê da û got: “Ez soz didim we wê 24’ê Hezîranê AKP biçe, HDP bimîne.”

Hevseroka Gitşî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li nêzî Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a Mêrsînê mîtngek lidar xist.

Di mîtîngê de li gel namzetên parlemeteriyê yên Mêrsînê namzeta Parlemeteriyê ya HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî amade bû. Tosûn li vir axivî û diyar kir ku ji bo gelê Kurd 24’ê Hezîranê bibe bersiva tecrîdê divê ewlekariya sindoqan bigire.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û got: “Mêrsîn bajarê aştî, biratî û azadiyê ye. Ev bajar bajarekî ku Kurd, Ereb, Tirk û gelek gelên din li xwe diger bi awayê armam bijî ye. Profîla HDP’ê ye. “

Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Yekan e tişta ji bo Mêrsînê dixwazin Santrala Nukleer a Akkoyûn e. Desthilate ku bi hejarî û birçîbûna Mêrsînê ve mijûl bibe nîne. Esnafên Mêrsînê neçar in ku dikanên xwe bigirin. Li Mêrsînê hejarî , birçîbûn heye. Li Mêrsînê ciwan bêkar in. Tişta ji bo ciwana kar e, ne qehwe ye. Dahata vî welatî hemû li şer û li balafirxae û piran dimezêxe. Tevî vê hemû yê dema HDP vê yekê dibêje, bi terorîstiyê tên tewanbarkirin. HDP partiyeke ya Tirkiyeyê ye, partiyeke ku li Tirkiyeyê xwedî dengê 6 milyonî ye. Selahattîn Demîrtaş û HDP li bin bendê bimîne, ne aştî û ne jî demokrasî pêk tê. Vê dizanin ji bo wê Demîrtaş û HDP’ê dikin hedef.

Weke her hilbijartinê îro jî li pey lîstikan in. Li pey provakasyonan in. We Pirsûs dît. Ji ber ku gelê Pirsûsê li ber wan serî netewan ew qetilkirin.Ya li Roboskiyê qewimî heman li Pirsûsê jî xwestin bikin. Teqîna li Amedê hê me ji bîr nekiriye.

Jinên li Mêrsînê her demê ji bo bidestxistina mafên xwe li qadan bû. Baweriya min bi jinên Mêrsînê heye û ji bo dengê xwe bidin bihîstin wê dengê xwe bidin partiya HDP’ê ya ku herî zêde jin lê ne û xwedî li sindoqan derkevin.”

Li aliyê din piştî dawiya mîtîngê û belavbûnê polîs gefa ‘Alên HDP’ê danin an jî em ê we destgîr bikin’ li ciwanan kirin. Tevî vê ciwanên ku guh nedan polîsan, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û destgîrkirin.