ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Erdogan gefên li Qendîlê weke propaganda hilbijartinê bi kar tîne û got, "Eger şerefa Erdogan hebe wê were Qendîlê. Hatina Qendîlê ne hêsan e."
- Parlamentera Êlihê Başaran diyar kir ku tifaqa Erdogan a ku li ser dijminatiya li Kurdan ava kiriye, heqaretê li rûmeta gelê Kurd dike û got, "Yên deng nedane HDP'ê jî nikarin vê qebûl bikin û dibêjin ku wê deng bidin HDP'ê."
- Ji namzetên HDP'ê yên li Stenbolê Zeynel Ozen diyar kir ku di nava desthilatdariya heyî de jiyana ewlehiya ne ewle ye û destnîşan kir ku Elewî wê dengê xwe bidin HDP'ê.
- Ahmet Turk hilbijartin nirxand û got, "Li Pirsûsê mirov kuştin û vê yekê dikin amûrek ji bo hilbijartinê. Em zanin ku ji 7'ê Hezîranê bêhtir em ê dengan bigirin."