ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê û got, ji bo faşîzm bê têkbirin divê her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe.
- Namzetê rêza duyemîn ê Mersînê yê HDP'ê Ridvan Tûran got, eger HDP li meclîsê nebe, wê her tişt hîn xerabtir be.
- Welatiyekî Tirk ê ji bo dengdanê çû Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê li Dusseldorfê, eşkere bû ku bi navê wî li Deriyê Gumrukê yê Esenbogayê beriya 8 rojan dengê hatiye dayin.
- Ji namzetên ciwan ên HDP'ê Abdûrrahîm Dûrmûş destnîşan kir ku HDP'ê ji cihên ku bên hilbijartin ciwan kiriye namzet û got, "HDP ciwanan weke hêzeke bingehîn a çareseriyê dibîne."