Onder: Em ji Manîsayê herî kêm 3 wekîlan derxînin

HDP'ê bi beşdariya bi deh hezaran kesî li Manîsayê mîtîngek pêk anî. Onder işaret bi mîtînga AKP'ê ya li Stenbolê kir ku Çîller jî tevlî bû û got, "Mîna siyasetmedarên ku bi hêviyeke mezin bang li wan kiriye, wê di nava dîrokê de winda bibin."

Çend roj berî hilbijartinên 24'ê Hezîranê, rêxistina HDP'ê ya Manîsayê mîtîngeke mezin organîze kir. Mîtîng li meydana Lale ya li navçeya Şehzadeler a Manîsayê pêk hat û bi deh hezaran kes tevlî bûn. Girseya gel li ber stranên Îlker Akkaya û hunermendên herêmî qada mîtîngê dagirt.

Destpêkê namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yek bi yek ji gel re axivîn. Piştre yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal peyivî û ev bang kir: "Dengek ji bo HDP'ê, yek jî ji bo Demîrtaş."

Parlamenterê Enqereyê yê HDP'yî Sirri Sureyya Onder dûre mafê axaftinê girt û got, "Em dibêjin, vê carê herî kêm 3 wekîlan ji Manîsayê derxînin." Onder diyar kir, dema ku ev gel ji bo demokraisyê têkoşiya, daxwaza aştiyê kir, tenê tiştek ji dest neda, ew jî hiş û bîra xwe bû û got, "Em jî weke HDP'ê, hevrêyekî xwe yê vê kevneşopiyê, vê bîra têkoşîna demokrasiyê Birêz Sirri Sakiki emanetî we dikin. Em dibînin ku me ew emanetî cihekî rast kirine. Hûn jî emanetî hemû namzetên me yên parlamenteriyê ne. Em ê bi hev re aştiyê li vî welatî ava bikin. Ev alozî, ev dijminatî, ev siyaseta neyartiyê wê biqede."

Onder bal kişand ser mîtînga AKP'ê ya li Stenbolê û wiha axivî: "AKP'ê li Stenbolê mîtîngek kir. Tansû Çîller jî tevlî bûye. Dema li Meclîsê bûm, weke endamê Komîsyona Lêkolînkirina Darbeyan çûm lêpirsîna Tansû Çîller. Min jê re got, 'Te digot, di destê min de lîsteya karsazên alîkarî dane PKK'ê heye û li vî welatî mirov yek bi yek li bîrên tarî hatin kuştin. Li ser vê yekê hûn çi hîs dikin?' Mirov dikare teqlîda her tiştî bike, lê ya rondikên çavan nabe. Dest û lingên wê li hev geriyan. Got, 'Ez dayikek im. Ez tiştekî wiha nakim'. Min li axaftina wê ya îro guhdarî kir. Qaşo dibêje, 'Tirkiyeye berê bi vî rengî bû, bi wî rengî bû'. Di Tirkiyeya berê de çiqas mirovên bi guman û tarî hebin niha li dora xwe civandine. Mîna wan siyasetmedarên ku îro hêviyê ji wan dikin û li dora xwe civandine, ew ê jî di nava dîrokê de winda bibin."

Onder li ber dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikeve" axaftina xwe dewam kir.

Namzetê HDP'ê yê Manîsayê Sirri Sakik jî destnîşan kir ku wê bi hev re komara demokratîk ava bikin û got, "Bi berxwedanê em tên. Em ê rê û rêbazekê peyda bikin ji bo aştiyê bînin vî welatî."