Li Swîsreyê hilbijêr dengê xwe didin HDP’ê
Hilbijêrên ku li Swîsreyê dijîn di roja 4’emîn a dengdanê de çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.
Hilbijêrên ku li Swîsreyê dijîn di roja 4’emîn a dengdanê de çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.
Xebatkarên HDP’ê yên li ser sindoqan gotin ku, “Sibê roja dawîn e, ji ber vê jî divê hemû hilbijêrên me biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”
Li Swîsreyê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê dengdayîn di roja 4’emîn de didome.
DI 3 ROJAN DE 31 HEZAR Û 672 DENG HATIN DAYÎN
Hilbijêrên li Zurîh, Bern û Cenevreyê piranî dengê xwe didin HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş. Li gorî qeydên Desteya Bilind a Hilbijartinê li Swîsreyê 94 hezar û 32 hilbijêr hene û di 3 rojan de bi giştî 31 hezar û 672 hilbijêran dengê xwe dane.
MAMAKLI: EM Ê BIBIN YEKEMÎN
Xebatkarê HDP’ê Huseyîn Mamakli yê ku li ser sindoqan peywirdar e, diyar kir ku li Swîsreyê ew ê herî zêde HDP dengan bistîne û ew ê bibe yekemîn. Mamakli got ku, “Ji her beşên civakê mirov tên û bi awayekî hêvîdar dengê xwe didin HDP û Demîrtaş.”
Mamakli diyar kir ku li Swîsreyê ew ê dengdan heta 19’ê Hezîranê (Sêşem) saet 21’an bidome û bang li hilbijêran kir ku bila werin xwedî li îradeya xwe derkevin û dengê xwe bidin.