Lı Wanê xebatên HDP’ê bi coş didomin

Li Wanê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bê navber didomin. Hevserokên HDP’ê û DBP’ê li gel namzetên parlemeteriyê li navçe û navenda Wanê serdana esnaf û gel kirin.

QELQELÎ

Di şahiya ji aliyê rêxistina HDP’ê ya naçeya Qelqeliyê ve hate lidarxistin, hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û hevaşardara Qelqeliyê Handa Bagici ya qeyûm hate wezîfedarkirin tevlî şahiyê bûn. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kawa axivî û diyar kir ku sekana we ya li vir encamên hilbijartinê diyar dike.

Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî welatiyên Qelqeliyê daxwaz kir ku roja hilbijartinê xwedî li sindoq û vîna xwe derbikevin.

SERAY

Li navçeya Seray a Wanê namzeta HDP’ê Asûman Yelmazer û parlamenterê berê Nazmî Gur xebatên hilbijartinê bi rêve bir. Serokê Şaredariyê Mehmet Garîp Aykût ê ku li cihê wî qeyûm hatibû tayinkirin beşdarî partiyan bû, li taxan geriyan û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir. Destpêkê endamên partiyê li navenda navçeyê serdana hinek malbatan kirin.

Piştre namzet û heyeta pêre li taxa Arincik û li gundikê Meşe yê girêdayî wê serdana malan kirin. Mehmet Garîp Aykût axivî û wiha got; “Di dema me de ger ku neheqiyek ya me tenê li we hebe carek din destûr nedin em werin gund. Niha qeyûm hatiye projeyên me dike yên xwe û daxwaza me ji we ewe ku dawî li vê neheqiyê bînin.”

ELBAK

Namzetê HDP’ê yê Wanê Mûrta Sarisaç û heyeta pêre li navçeya Elbakê serdana dikandaran kir û cejna wan pîroz kir. Rêxistina HDP’ê ya Elbakê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xebatên xwe li taxên Hozî, Çadixan domandin. Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da.

WESTAN

Li navçeya Westan a Wanê namzeta HDP’ê Mûazzez Orhan serdana sazî, kooperatîk û Komeleya Mixtaran kir. Orhan got AKP dema xwe ya dawî dijî û wiha got; “Dema hûn çûyîn ser sindoqan Dayika Taybet, Remziye Bor, Ekîn Wan ê ji bîr nekin.” Wê xebatên Orhan li navçeyê heta saetên şevê jî bidome.