Li deriyên gumrukê dengdana bi sextekarî

Welatiyekî Tirk ê ji bo dengdanê çû Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê li Dusseldorfê, eşkere bû ku bi navê wî li Deriyê Gumrukê yê Esenbogayê beriya 8 rojan dengê hatiye dayin.

Welatiyekî Tirkiyeyê V.Y. ê ji Hatayê, ji bo dengê xwe bide doh çû Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Dusseldorfê. Xwest li sindoqa bi hejmara 9'an dengê xwe bide, lê belê wezîfedarên li ber sindoqê ew hişyar kir ku ji xwe dengê xwe daye. V.Y. ê 52 salî diyar kir ku ev yek nepêkan e. Li ser vê yekê jê re hate gotin ku 9'ê Hezîranê li Deriyê Gumrukê yê li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê li sindoqa 2-B saet 02.18'an deng hatiye dayin. Welatî diyar kir ku wê wextê ew ne li wir bû û dengê xwe nedaye.

V.Y. daxwazname da Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Derveyî Welat û got, "Ez dixwazim li dijî kesê ku bi navê min dengê min daye tavilê hewldanên qanûnî bên kirin û agahî ji min re bê dayin."

V.Y. endamekî komîsyonê jî weke şahid nîşan da û got, wê dest ji vê rewşê bernede.