ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan mudaxeleyî merasîma cenazeyê birayên Şenyaşar kirin
Polîsan mudaxaleyî merasima cenazeyên Celal û Adîl Şenyaşar ên bira ku li Pirsûsê dihatin veşartin, kirin. Bûyer didomin. -
Li Edeneyê nîjatperestên Tirk êrîş birin ser bûroya HDP’ê
Li Edene navçeya Yuregîrê komeke nîjatperestên Tirk êrîş bire ser bûroya hilbijartinê ya HDP’ê. Êrîşkaran alayên HDP’ê rakirin û avêtin erdê. -
FEDA: Li dijî zîhniyeta qirker em biçin ser sindoqan
FEDA'yê bal kişand ser komkujiyên li Suryaniyan hatine kirin û li dijî zîhniyeta qirker banga dengdanê kir. -
Demîrtaş li ser êrîşa li Pirsûsê daxuyanî da
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Demîrtaş ku li girtîgeha Edîrneyê dîl girtî ye, li ser êrîşa doh a li Pirsûsê daxuyaniye da. -
Demîrtaş: Erdogan ê çûyînê ye; em bi vê bîr û baweriyê bixebitin
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku Erdogan 'ê çûyînê ye' û ji her kesî xwest ku bi vê bîr û baweriyê bixebitin. -
Li Pirsûsê çi qewimî?
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, çeteyên AKP'ê bi çekan êrîş birin ser HDP'yiyan. Ji ber êrîşê 5 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. Medya AKP'ê bi yek dengî dest bi derewan kir û got, "PKK'ê êrîş kiriye". -
HDP li Swêdê ji hilbijartinan re hazir e
Li Swêdê beriya dengdana ku 16-17’ê Hezîranê wê were kirin HDP’ê haziriyên xwe qedandin, ji bo ku mişahidiyê bikin 50 kes peywirdar kir. -
'Em şehîdên Qirkirina Suryaniyan a 1915 bi rêzdarî bi bîr tînin'
MUB: Gelê Suryanî hê jî bi êş û travmaya qirkirina beriya 103 salan e. Lê belê hêzên serdest û hikumetên Komara Tirkiyeyê ku dewama Osmanî ye, vê qirkirinê înkar dikin. -
Partiya Keskan a Elman destekê dide HDP'ê
Partiya Keskan a Elmanyayê diyar kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ew piştgiriyê didin HDP'ê. Partiya Keskan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bal kişand ser rola HDP'ê. -
Yelken ê CHP'yî: AKP mîna marê birîndar êrîş dike
Serokê Duyemîn ê Eyaleta NRW ê CHP'ê Salman Yeken ku li navenda dengdanê ya Konsolosxaneya Tirk a Kolnê wezîfedar e got, "AKP piştî ku fêhm kir têk diçe, mîna marê birîndar bûye êrîş dike." -
ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Hezîrana 2018'an. -
Serdana mal û esnafan ên namzetên HDP’ê didomin
Namzetên HDP’ê li Amedê serdana Komeleyên Medya ya xwe cihî kir, namzetan li Êlih û Cizîr, Qers, Edene, Mêrsîn, Hatay û Anatalyayê jî ji bo mîtinaga HDP’ê ya belavok belavkirin. -
HDP: Divê şer û xwîn tevlî hilbijartinê nebe
HDP a ku têkildarî êrîşa namzetên AKP’ê ya li navçeya Pirsûsê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û diyar kir ku divê xwîn di hilbijartinê de neyê rijandin û banga hestyariyê li her kesê hate kirin. -
Temellî: Em dengek tenê jî nadin wan
Temellî yê di xwarina fitarê ya li Wanê de axivî û got: “Bûyerên 6-8’ê Cotmehê provakasyon bû. Ji bo lêkolînkirina van bûyeran me 12 caran pêşnûme daye lê hatine redkirin. 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê heman lîstik lîstin.” -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Li Kocelî û Malatyayê jî êrîşî HDP’yiyan hate kirin
Komeke bi dirûşmên “Degîrmendere wê ji bo we bibe goristan, em ê we tevan bikuji” êrîş birin ser HDP’yiyên ku li Deyermandere ya Koceliyê stand vekiribûn, kirin. Di êrîşê de 6 HDP’yî birîndar bûn. Li Meletiyê jî bi kevir û daran êrîşî HDP’yiyan kirin. -
Li Pirsûsê terora AKP’ê: Bi çekan 7 kes birîndar bûn
Li Pirsûsê AKP’yiyan êrîşî esnafan kirin, 7 kes birîndar bûn. -
Temellî: Ew ê Elbak ji sedî 97’an zêdetir dengan bistîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dema ku ji Geverê dihat Wanê li ser rê çû Elbakê. Temellî diyar kir ku li Elbakê ew ê ji sedî 97’an zêdetir dengan bistînin. Namzetên HDP’ê yên parlementeriyê li gelek bajaran bi gel re civiyan. -
Bûldan: Gelê me wê ji bo sindoqan bedena xwe bike mertal
Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê de daxuyanî da, diyar kir ku Erdogan sûc kiriye û bang erkê li YSK, YE û AGÎT’ê kir. Bûldan anî ziman ku 2023’ê wê HDP Tirkiyeyê bi rê ve bibe. -
NAV-DEM’ê Cejna Remezanê pîroz kir
NAV-DEM’ê Cejna Remezan ya Alema Îslamê pîroz kir û bal kişand ku 24’ê Hezîranê ji bo alema Îslamê fersendeke. -
Li Wanê leşker mudaxeleyî hilbijartinê dikin, ferman dan muxtaran
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê beriya hilbijartinê leşkeran xwarin da muxtaran. Di xwarinê de leşkeran têkildarî ewlehiya hilbijartinê û sindoqên ku ew ê werin veguheztin ferman da muxtaran. -
Lêkolînerê Misrî Seîd: Dengê Kurdan di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de diyarker e
Lêkolînerê Misrî Kerîm Seîd tekez kir ku wê Kurd di hilbijartina 24’ê Hezîranê yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de ser bikeve û wê 13 ji sedî deng bi dest bixe. Seîd bibîr xist ku Erdogan tengav bûye û partiya wî di aloziyan de ye. -
Desteya hilbijartinê qebûl kir ku Demîrtaş tevlî mîtîngan bibe
Ji bo ku Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş karibe tevlî hin mîtîngan bibe, serlêdan hatibû kirin. Desteyên hilbijartinê ev daxwaz qebûl kir. HDP serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê û li Wezaretê da. -
Partiyên Çep ên Swîsreyê piştgirî dan HDP'ê
Partiyên Çep ên li Swîsreyê, beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek dan û piştgirî dan HDP'ê. -
Artêşa Iraqê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê da
Berdevkê Navenda Operasyonên Hevpar ên Iraqê Yahya Zubeydî ji Radyoya Dengê Amerîkayê re axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê da.