Demîrtaş: 24'ê Hezîranê wê bibe roja xelasiyê

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha Edîrmeyê ku lê dîl girtî ye, mesajeke nû şand.

Mesaja Demîrtaş ku li ser hesabê wî yê Twitterê hate weşandin wiha ye:

"24'ê Hezîranê wê bibe roja xelasiya ji tirs û xofan. Em ê bi hev re bijîn. Bêyî ji hev cihê bibin, bêyî li ber hev rabin, bi lihevkirinê û di nava demokrasiyê de em ê xurt bibin. Em ê rojhilat û rojavayê welatê xwe di nava heman dilî de bikin yek. Em ê bi guhertineke mezin a demokratîk xwe ji bo sala 100. a komarê amade bikin.

Li şûna nefret, hêrs û dijminatiyê, em ê hezkirin, aramî û rêzdariyê geş bikin. Li şûna rant, bertîl û gendeliyê, em ê xwêdana ji eniyê diherike, nan û kedê pîroz bikin. Em ê xwe li êş û azaran rabigirin û Tirkiyeya paşerojê bi hev re ava bikin. Ji ber ku em bi hev re bedew in. Bêyî te nabe, ancax bi te dibe.

Sîstema yek şexsî rê li ber parçebûneke mezin vekir. Bi demokrasiyeke xurt em dikarin xwe li hev bigirin, ne bi sîstema yek şexsî. Ez ne dest ji Manîsayê diqerim, ne jî ji mêrdînê. Ne ji Edîrneyê ne ji Colemêrgê. Hûn jî dest jê bernede xwişk û birayê min ên hêja. Em dest bidin hev, ji ber ku guhertin bi te dibe.

Her kesî berê kêmasî kir. Ji xizmên me yên li Çanakkaleyê li gel hev radizên heta pêşiyên me, em dersê ji wan bigirin. Bi dilekî wêrek em şaşitî û kêmasiyên xwe deynin holê. Nirxên me yên hevpar ên li Çanakkaleyê çiqasî wehkev in, çiqasî bi rûmet in, em jî bi wî rengî bin. Em bibin welatekî bi vî rengî yê demokrasiyê.

Her ku em dibêjin yekîtî, ew ji me re dibêje 'cihêkar'. Her ku em dibêje aştî, ew dîn û har dibe. Serokkomarê welat çima ji van aciz dibe? Gelo ne tiştekî ecêb e? Ne diviyabû ji vê yekê kêfxweş bibûya? Gelo ne divê Serokkomarek her kesî hembêz bike?

Lê ew çi dike? Em dixe girtîgehê, ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle civînên veşartî dike, pîlanên zexel dike. Serokkomarekî ku ji welatê xwe hez dike, ji demokrasiyê bawer dike û aştiyê dixwaze, gelo dikare vê bike? Nexêr xwişk û birayên min, divê Serokkomarek vê neke. Derdê wî ew bi xwe ye, ne welat e.

Ji sala 2007'an dema em ketin meclîsê û vir ve hewl dide me ji wir biavêje. Ji derî diavêje lê em ji dûkêlkêşê dikevin hundir, ji dûkêlkêşê diavêje em jî ji şibakeyê dikevin hundir. Ji ber ku meclîs yekîtiya welêt temsîl dike û cihê çareserkrina pirsgirêkan e. Em dixwazin li wir bin, lê ew aciz dibe. Ji ber ku derdî tiştekî din e.

Eger em nikaribin biçin meclîsê, wê bi tena serê xwe 400 wekîlan bi dest bixe. Kengî bixwaze wê Destûra Bingehîn biguherîne û meclîsê jî, welêt jî bi xwe ve girê bide. Yekane sedema hêrsa wî ya ji HDP'ê jî ev e. Halbûkî hebûna HDP'ê li meclîsê ji bo yekîtiya welat û civakê gelekî girîng e. Lê ev ne xema wî ye."