NAV-DEM'ê bang kir: Ji bo dengdanê em bilezînin

NAV-DEM'ê got, "Derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê wê bibe sîleyek û li rûyê dîktatoriya Erdogan bikeve" û bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê dengê xwe bidin.

NAV-DEM'ê bi sernavê "Bi dengekî her tiştî dikare biguhere, ew deng jî dengê te ye" daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "19'ê Hezîranê roja dawî ye ji bo dengdana li Elmanyayê. Ji ber vê yekê gelê me yê welatparêz divê bi ruhê seferberiyê biherike ser sindoqan û dengê xwe bide."

NAV-DEM'ê diyar kir ku AKP-MHP ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêlin her tiştî dikin û işaret bi komkujiya li Pirsûsê kir.

BANDORA DENGÊN LI DERVEYÎ WELAT

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Eger HDP ji bendê derbas bibe, wê meclîs ji bin dîkta AKP-MHP'ê rizgar bibe. Derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê wê bibe sîleyek û li rûyê dîktatoriya Erdogan bikeve. Wê were wateya mezinkirina hêviya jiyan û aştiya bi rûmet."

NAV-DEM'ê işaret bi girîngiya dengên li derveyî welat kir û ragihand, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de jî hate dîtin ku dengên li derveyî welat ne tenê bi kêrî derbasbûna HDP'ê ya ji bendê kir, her wiha rê li ber wê yekê vekir ku li hin bajarê krîtîk parlamenter bên bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eger em bi erk û berpirsyariya xwe rabin, emê karibin ji Enqereyê parêzvanê mafên mirovan Velî Saçilik, ji Hatayê Bariş Atay ê timî li ber dîktatoriyê radibe, ji Antalyayê parêzvanê mafê Elewiyan Kemal Bulbul û gelek ên mîna wan bişînin meclîsê."

'EM DEMEK JI YA DIN ZÛTIR BIÇIN CIHÊ DENGDANÊ Û DENGÊ XWE BIDIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo bidawîbûna dengdanê tenê 2 roj mane û bang li dengdêran hate kirin ku tavilê biçin navendên dengdanê û dengê xwe bidin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke ku namzetê me yê Serokkomariyê Birêz Selahattîn Demîrtaş jî got, dengekî bi tenê têrê dike ku em dîktatoriyê têk bibin. Bila gelê me ji bîr neke; dengek dikare her tiştî biguherîne, ew deng jî dengê te ye."