Bûldan: Natirsîn û serî natewînin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Edenyê axivî, nerazîbûn nîşanî Erdogan ê namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş tim dike hedef da û got: “Yekan e tirs û xofa wan HDP û Demîrtaş e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê deli Qada Ûgûr Mûmcû mîtîgek lidar xistin. Bûldan li vir axivî û bal kişand ser mîtînga AKP’ê ya li Stenbolê û got: “AKP ji bo Tirkiye ber bi salên 90’î ve bibe li gel Tansû Çîller, Mehet Agar, Sedat Peker û îtifaqa Sûsûrlûk û kuştinên kiryarên wan nediyar kirin. Dixwazin Tirkiyeyê vegerînin pêvajoyeke kuştinên kiryarên wan ne diyar. Em weke HDP rê nadin ku vegerin wan rojan.”

Bûldan bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên mexdûryetê li ser gel disepîne û ev tişt got: “AKP kir ku êdî cîran jî cîran dikevin gomanê. AKP bi desthilata xwe ya 16 salî polîtîkayên hîleyan li ser vî bajarî da sepandin. Navnîşana çareseriya pirsgirêka bêkarî û hejariyê ya li ser gel hatî sepandin HDP ye.”

Bûldan nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên ‘Me qedexeya li ser Kurdî ya li girtîgehan rakir’ da û got: Erdogan wisa dizane ku em Kurdî ji sazî û odeyên dewletê girtiye. Me zimanê xwe yê dayikê Kurdî ne ji te û ne jî saziyên te fer bûne. Ji bo axaftinê jî ne ji te û ne jî ti saziyên te destûrê digirin. Em Kurd in, ji xwe bi Kurdî daxivin û tevî hemû zextan jî em ê baxivin.”

Herî dawî Bûldan got: “Ji bo Tirkiyeyê ji çolbûnê vegerînin 24’ê Hezîranê divê di serî de jin ji bo dengê xwe bide bihîstin divê her kes dengê xwe bide HDP’ê, xwedî li sindoqan derbikevin, bibin muşahîd û dildarên sindoqan. Ji bo siberoja zarok, nevî û bona hêvî û dengê jian werin AKP’ê 24’ê Hezîranê bişînin. “

Mîtîng ib dirûşmên “Em HDP, em li Meclîsê’, “Bijî HDP”, “HDP gel e, gel li vir e” bi dawî bû.