Divê raya giştî ya Kurd dest li polîtîkayên nokeriyê werde

Nokeriya PDK'ê ne bes e, tê gotin ku zext li hin kesên li nava YNK'ê jî tê kirin ji bo tevlî vê nokeriyê bibin. Xuya ye Tirkiye dixwaze bi destê PDK'ê bandorê li herêma YNK'ê jî bike.

Dewleta Tirk vekirî îlan kir ku wê Başûrê Kurdistanê dagir bike. Wezîrê wan ê parastinê diyar kir ku li cihê ew ketinê wê jê dernekevin. Tevî van daxuyanî û hewldanên dagirkeriyê jî ji PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ti îtiraz nehate kirin. Dibêjin 'bêdengî ji ber pejirandinê ye'. Ev bêdengî jî qebûlkirina dagirkeriyê ye. Ji xwe gotina 'Ez ê Qendîlê dagir bikim' ku zêdeyî 100 kîlometre dûr e, tê wateya hevkariya bi PDK'ê re. Daxuyaniya Sefîn Dizeyî û hin rayedarên PDK'ê işaretê bi vê hevkariyê dikin.

Nokeriya PDK'ê ne bes e, tê gotin ku zext li hin kesên li nava YNK'ê jî tê kirin ji bo tevlî vê nokeriyê bibin. Xuya ye Tirkiye dixwaze bi destê PDK'ê bandorê li herêma YNK'ê jî bike. Bêguman ev yek di heman demê de hewldana PDK'ê ye ji bo bi desteka Tirkiyeyê herêma YNK'ê kontrol bike. PDK wê ji dewleta Tirk re bibe alîkar ji bo PKK'ê tasfiye bike, PDK jî wê bi desteka dewleta Tirk YNK'ê tasfiye bike. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê xwedî planeke bi vî rengî ya nepen e. Li gorî beşek ji vê planê, Tirkiye dixwaze bi destê PDK'ê bandorê li Iraqê bike. Ji bo Tirkiye karibe bandorê li Iraqê bike, di destê wan de tenê PDK û hinek Sûniyên alîgirê DAÎŞ'ê mane.

Dewleta Tirk ne tenê dibêje 'Ez ê biçim Qendîlê, ez ê Başûr dagir bikim'. Dixwaze her qada li ber polîtîkayên dewleta Tirk radibe bieciqîne. Ji xwe dîsa gefê li Şengalê dixwe. Tayyîp Erdogan dibêje, 'Mexmûr jî di hedefa me de ye'. Bêyî desteka ji derve û nokeriyê, nikare di vê astê de êrîşkariyê bike. Iraq eşkere dike ku ew li dijî vê operasyona dagirkeriyê ye. Di rewşeke wiha de nokerekî bi tenê dimîne yê bingehîn. Ew jî PDK ye. Ji xwe ji PDK'ê heta niha ti daxuyaniyek ku li ber daxuyaniyên êrîşkariyê rabe nehatiye dayin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dibêje, 'Ez ê Hevserokê berê yê HDP'ê û namzetê Serokkomariyê bi darve bikim'. Deng ji rêveberiya Başûr, ji PDK û partiyên din dernakeve. Gelo partî siyaseteke bi vî rengî ya Kurdewar pêkane? Partî û rêveberên ku xwe radestî polîtîkayên Tirkiyeyê kirine, gelo wê karibin berjewendiyên gelê Kurd biparêzin?

Ji ber vê sekna wan, gel bi PDK'ê û partiyên din ên li Başûrê Kurdistanê nema bawer dike. Ji ber ku xwedî karakterekî xwe yê demokratîk nîne, daxwaz û nerazîbûnên gel ji nedîtî ve tên. Gel li dijî nokerî û êrîşên dagirkeriyê ye. Lê belê daxwaz û nerazîbûna gel ne xema ti partiyên siyasî ye. Tenê li gorî berjewendiyên partiyê tevdigerin. Vê yekê jî têkiliya partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi gel re qut kiriye. Partiyên li başûr tenê di dema hilbijartinê de daxwaza dengan ji gel dikin. Ji ber vê feraseta siyasî ya pêwendiya xwe bi gel re nemaye, rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê ya li Başûrê Kurdistanê daket binê 40 ji sedî. Nîvê 40 ji sedî yê dengdêran jî dengê xwe didin van partiyan. Lewma partiyên hikumeta başûr nema dikarin gel temsîl bikin. Ya ku partiyên li hikumetê dikin ew e, ku hatineyên Başûrê Kurdistanê di nava xwe de payê dikin. 70-80 ji sedî ya vê hatineyê jî radestî Tirkiyeyê dikin ku dijminê Kurdan e û li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne.

Pêwîste civak û raya giştî ya Kurd li ber vê rewşê rabe û helwestê nîşan bide. Gel û raya giştî ya Kurd eger li dijî polîtîkayên noker û teslîmkar ên van partiyan helwestê nîşan nedin, nepêkan e ku pêşî li van polîtîkayan bê girtin. Dibe ku niha beşek ji Başûrê Kurdistanê û piştre jî temamiya Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Gelo raya giştî ya Kurd, rewşenbîrên Kurd, gelê Kurd wê li ber nokeriya PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk ranebin? Gelo mafê PDK'ê heye ku nokeriyê bike û bi dijminê Kurdan re tevbigere? Ya ku PDK dike eger partiyên din bike wê qiyamet rabe; çima dema ku PDK dike deng dernakeve? Eger li van polîtîkayên PDK'ê neyê pirsîn, îro PDK wê sibe partiyên din bikin. Kurd bi van polîtîkayan nagihêjin cihekî, nabin xwedî jiyaneke azad û demokratîk.

Eger Kurd bi rengekî hevgirtî nêzî bûyerên li hemû parçeyên Kurdistanê nebin, eger li ber polîtîkaya şaş ranebe, wê hemû parçe winda bikin. Wê Kurdistan winda bike. Di referandûm û dema piştî wê de ne tenê Kurdên li Başûr winda kirin, hemû Kurdan winda kirin. Divê Kurd hemû zanibin, eger polîtîkayên dewleta Tirk ên dijminatiya li Kurdan neyên şikandin, mafê jiyanê ji ti Kurdekî re nîne. Eger hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ev fêhm nekiribin, hingî xwe dane ber mirinê. Ji ber vê yekê, ya wê li dijî dagirkirina Qendîl û Başûr tevî gerîla li ber xwe bidin, ya jî wê xwe radestî hêzên qirker ên dijminê Kurdan bikin.

Pêkanînên qirkirinê yên faşîzma AKP-MHP'ê yên li Bakurê Kurdistanê, eger li ser şêweyê polîtîkayên dewleta Tirk tiştekî hînî hêzên Başûrî nakin, wê wextê divê mirov li nemayina pêwendiya van partiyan a bi jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd bipirsin. Xemsariya li pêşberî polîtîkayên li parçeyê herî mezin ê Kurdistanê û bêdengiya li pêşberî dagirkirina Başûrê Kurdistanê divê ji aliyê gel û raya giştî ya Kurd ve neyê qebûlkirin. Dem hatiye ku gel û raya giştî ya Kurd dest li vê şaşitiyê û polîtîkaya li dijî Kurdan werdin.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA