Temellî: 24’ê Hezîranê wê AKP bikeve!

Temellî bibîr xist ku mîna 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê gotin bi kîn û nefet bi kar tînin, dixwazin ji xwîn, şer û rondikên çavan hêzê bigirin. Wan gotin: “Kobanê ket, ha dikeve”. Kobanê neket, ew wê 24’ê Hezîranê bikevin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 24’Ê Hezîranê de li Arenaya Kepezê ya li navçeya Kepez a Antalyayê mîtîngek lidar xist. Li qada mîtîngê ya ku bi alên HDP’ê hatibû xemilandin, li gel posterên namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî û pakarta ‘Tu dikarî’ hatin daliqandin. Welatî piştî sê nuqteyên kontrolê karî bikevin qada mîtîngê. Polîsên ku ji bo rojnamevan bikevin qadê astengî derxistin, rê nedan wesayîtên weşana zindî bikevin qadê. Hevserokê Gişîtî yê HDP’ê Sezaî Temellî û namzetên parlemeteriyê tevlî mîtîngê bûn.

Sezaî Temellî û namzetên parlemeteriyê bi çepikê û tilîliyan hatin pêşwazîkiriun û bi qîrkirina sirûda ‘Hernepêş’ re coş gihişte lûtkeyê. Li qadê dirûşmên “Em HDP, em li Meclîsê”, “Bi berxwedanê em ê bi serkevin” , “PKK, gel e, gel li vir e” û “Ocalan” hatin qîrkirin.

Hevserokê HDP’ê yê Antalyayê Cedet Çaglar axivî û bal kişand ser coşa li qadê û diyar kir ku wê 24’ê Hezîranê bibe cejna gelan. Çaglar got: “Roj roja me ye. Heta roja dawî ya hilbijartinê em ê kar û xebatên xwe bidomîni. Em ê vî welatî azad bikin.

Hevseroka HDP’ê ya Antalyayê Sngul Şarkli jî got: “Çawa ku em 7’ê Hezîranê bend hilweşand û em bi serketin, em ê vê carê jî hilweşînin. Em ê biteqz bi ser kevin.”

Nazmetê parlemeteriyê yê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî anî ziman ku AKP wê di bin benda hilbijartinê ya ku dixwaze HDP derbas neke de bimîne û bifetise û got: “Em ê aştî û azadiyê bînin welat.”

Namzetê parlemeteriyê yê Antalyayê Denîz Yildirim jî got: “Ya ku van kirî wê wan bibe.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî silav da gel û bal kişand ku demek kin ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê maye û got: “Wê hêz, coş û biryardariya we vê bendê hilweşîne û rêya demokrasiyê bide vekirin. Ji bo vê dizanin, ditirsin. Ji bo ev bend neyê hilweşandin serî li her cûre provakasyonan didin. Ti bend xwe li ber vê coşê nagire.”

‘KOBNÊ NEKET, TU WÊ 24’Ê HEZÎRANÊ BIKEVÎ’

Temellî bal kişand ser êrîşên di tevahî xebatên ji bo hilbijartinê yên li ser HDP’ê hatin kirin û diyar kir ku gotinên AKP’ê yên bi hêrs û nefert civakê cuda dike û wisa xwe li ser lingan digire.

Temellî di axaftinên xwe de ev tult got:

“Di hemû xebatên hilbijartinê de mîna hilbijartina 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê bi heman awayî zimanê kîn û nefetê bikar anî, dixwazin ji xwîn, şer û rondikên çavan hêz bigirin. Êdî qiral tazî ye. Dixwazin mîna ku bûyerên demê Kobanê rûdayîn Demîtaş jê berpirs bide nîşandan. Me dema Kobanê bang li hemû cîhanê kir, bila Kobanê nekeve, li wir mexdûr hene. Dema me ev dikir Serokkomar digot; ‘Kobanê ket ha dikeve’. Lê Kobanê neket, lê 24’ê Hezîranê tu wê bikevî.

XWE LI SER XWÎNÊ DIGIRIN

Dahata ku ji bo şer tê mezaxtin eger ji bo welat bikar bîne, dikare gelek pirsgirêkan çareser bike. Gel dibêjin dengê me ji bo HDP’ê ya ku wê aştiyê bide avakirin. Yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê bêkarî ye. Li Tirkiyeyê herî kêm 5 milyon bêkar hene. Piraniya van jî ciwan in. Beşek ji van mezûnên zanîngehan in. Piraniya teqawîtbûyan neçarin kar dikin, ji karê dikin jî ne nememun in. Ji ber hejariyê neçarin kar bikin. Tevî ewqas kêşe hene hê jî buceya şer diparêzin.”