Ciwanên Azad ji bo boykotkirina Tirkiyeyê çalakî li dar xistin

Ciwanên Azad li bajarê Gavle yê Swêdê, ji bo boykotkirina Tirkiyeyê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.

Ciwanên Kurd konê xwe yê çalakiyê li meydana Storatorgetê vedan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê pê ve kirin. Ciwanan li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirina Efrînê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê belavok belav kirin.

Ciwanên Azad dewleta Tirk ji ber dagirkirina Efrînê protesto kirin û bang li Swêdiyan û hemû koçberan kirin ku Tirkiyeyê boykot bikin û malên Tirk nekirin.

Ciwanên Azad xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û were berdan.