Li Îzmîrê 307 rewşenbîran jî gotin: HDP û Demîrtaş

Li Îzmîrê 307 reşenbîr û demokratan bi weşandina deklerasyoneke hevpar ragihandin ku wê 24’ê Hezîranê destekê bidin HDP’ê û namzetê hevserokatiyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.

Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya parlemento û serokkomariyê li Îzmîrê hiqûqnas, akademîsyen, mamostayên ji kar hatibûn derxistin, karker gelek komên hempîşeyî di nav de 307 rewşenbîr û akademîsyen ragihandin ku wê destekê bide Partriya Demokratîk a Gelan (HDP).

Prof. Dr. Nîgûn Toker, Prof. Dr. Ayşen Ûysal, Dr. Derdar Tekîn, Prof. Dr Cem Terzî ên ji ber îmze li danezana ‘Em nabin hevkarên vî sûcî’ ji têkiliyên wan ên akademiyê re hatibûn qûtikrin dîsa parêzer Arîf Alî Cengi, parêzer Abdulhadî Çetîn, Hunermed Îlkay Akkaya, Şehabal Şenyûrt jî di nav de 307 rewşebîr û akademîsyen ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê deklerasyonek hevpar a têkildarî destekkirina HDP’ê û namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş parvekirin. Li ser navê rewşenbîr û akademîsyenên li Navenda Kongreya Tepekûleyê hatin ba hev Ûysal û Tekîn dekelerasyon xwendin.

Deklerasyona bi sernavê ‘Dengê me ji bo Demîrtaş û HDP’ê ye’ hate diyarkirin ku êdî desthilata heyî nikare welat bi rê ve bibe. Di deklerasyonê de hate bibîr xistin ku hewldana bi cihêkirina civakê, sorkirina nîjatperestiyê û welat tim di nava şer de zivirinadin û şer geşkirinê nikare deshilatê li ser singan bigire. Di deklerasyonê de ev tişt hate gotin: “Girtina biryarên ku jiyana 80 milyon kesî têkildar dike, domdarkirina Rewşa Awarte, di rewşa ku destûra bingehîn û hiqûq hatî tinekirin de êdî nikare bê domandin. Îro gelê Tirkiyeyê yek tiştê ji bo desthilatê dibêje, ew jî TEMAM e. Em ê hilbijartina 24’ê Hezîranê destekê bidin namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê. Ji ber ku HDP dixwaze ji bo aştî, edalet û demokrasiya siberoja Tirkiyeyê ji nû ve ava bike têkoşîn dike. Partiya ku em ê bi hev re ser bixe ye. Her dengê li Îzmîr, Aydin, Mugla, Manîsa, Ûşak û Denîzlî ji bo HDP’ê biçe, dawiya zext û hilweşîna bendê ye. Em destekê didin Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê, ji ber ku bi me wê bê guhertin.”