Namzetên HDP'yî bênavber dixebitin

Bi nêzîkbûna dema dengdanê re namzetên HDP'ê jî karê xwe zêde kirin. Li gelek bajaran namzet li nava gel geriyan.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê tenê çend roj mane. Namzetên HDP'ê zend û bend ba dan û karê xwe yê ji bo hilbijartinê zêde kirin.

Heyeta HDP'ê piştî mîtîngên li navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê tevlî mîtîngên li Hênê û Karazê bûn. Şêniyên Hênê heyeta HDP'ê li pêşiya rê bi konvoyê pêşwazî kir. Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê Îmam Taşiçer diyar kir ku ji bo têkçûna zîhniyeta faşîst a AKP-MH'Pê divê HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û got, "Ji bo vê jî lazime her kes dengê xwe bide û xwedî li sindoqan derkeve. Bila gelê me zanibe, em ê teqez bi ser bikevin." Heyeta HDP'ê ki Karazê jî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Semra Guzel silav da gel û got, wê 25'ê Hezîranê mîna cejnekê pîroz bikin. Di çalakiyan de ji bo mîtînga mezin a HDP'ê ya 20'ê Hezîranê ya li Amedê banga tevlîbûnê hate kirin.

Li Edeneyê, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê danê sibehê serdana esnafan kirin û ji bo mîtînga îro ya saet 18'an banga tevlîbûnê kirin. Wekî din li taxa Ovayê bi pêşengiya jinan şahiyek hate lidarxistin.

Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê li taxa Karayilan a navçeya Şahînbeyê buroya hilbijartinê vekir. Tevî namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê, rêveberên bajar û navçeyan û Dayikên Aştiyê tevlî merasîma vekirinê bûn.

Li Rihayê, namzetê parlamenteriyê Nîmetûllah Erdogmûş serdana rayedarên Federasyona Mafên Heywanan a Anatoliyê kir. Erdogmûş piştre bi rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan li nava malan geriyan.

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê li navçeyên Bayrakli, Menemen û Bornovayê civînên gel lidar xist.

Li Denîzliyê jî bi beşdariya bi hezaran kesî li navçeya Merkezefendiyê mîtîngek pêk hat. Namzeta HDP'ê ya Denîzliyê Mizgîn Irgat li mîtîngê axivî û diyar kir ku wê bendê hilweşînin û azadî û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê.

Bi beşdariya girseya gel û namzetên parlamenteriyê yên Sêrtê li navçeya Misricê mîtîngek girseyî hate lidarxistin.