Onder: Em ê bi hev re qezenç bikin

Parlamenterê Enqerê Sirri Sureyya Onder bi namzetên HDP’ê re serdana dikandarên li Ûlûsê kir û wiha got; “Beriya niha em diçûn, niha gel dema me dibîne tên gel me.”

Namzetên HDP’ê yên Enqerê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, çûn serdana dikandarên Enqerê. Namzetên Enqerê Nuray Turkmen, Îpek Gur û Rojen Mamo îro li Ûlûsê bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder jî beşdarî xebatên namzetan bû.

Namzetên HDP’ê çûn serdana dikandarên Qada Ûlûsê, pirsgirêk û daxwazên dikandaran guhdar kirin. Dikandaran eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan dan.

 Dikandarên li Halî Ûlûsê aciziyên xwe yên krîza aborî anîn ser ziman û gotin: “Demîrtaş wê bibe serok û hemû pirsgirêk bi dawî bibin.” Namzetan jî, diyar kirin ku ew ê bi hevre qezenc bikin.

Yek ji dikandarên Sirri Sureyya Onder ê HDP’yî pêşwazî kir, derbarê rewşa aboriyê de gazincên xwe anîn ser ziman û hevalekê xwe nîşan da û got: “Mêze bikin ev hevalê min muhendisê enerjiye ye, lê li gel vê yekê jî li Halî Ûlûsê garisan difiroşe Ka lê binirên em ketine çi rewşê.”

Dikandarekê halê jî ji Onder pirsa “Gelo hûn çima nebûn namzet?” pirsî. Onder jî got ku “Ez ê êdî bêm halê gel we.”

Onder piştî serdana dikandaran axivî û wiha got: “Bi namzetên HDP’ê yên Enqerê re em çûn serdana dikandaran. Hûn kedkarên çapemeniyê weke we jî dît, gel eleqeyek mezin nîşanî me da. Em dikarin bêjin, ji bo me kompanyaya hilbijartinê ya herî rehet bû. Ji ber ku em berê diçin, lê niha dema gel me dibîne, ew tên gel me.”