Namzetên HDP’ê lez dane xebatên hilbijartinê

Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li navçeyên Amedê mîtîng hatin lidarxisitn. Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin hate diyarkirin ku AKP bi Tansû Çîller ve peyam didin Kurdan.

Mîtînên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Amedê li navçeya Hezro û Çinarê hatin lidarxistin. Namzetê parlemeteriyê yên HDP’ê yên Amedê Dersim Dag, Abdurrahîm Dûrmûş, Selçûk Mizrakli, Gora Paylan, li gel rêveberên HDP – DBP’ê yên bajar û navçeyan bi sedan hilbijêr tevlî mîtîngê bûn.

Namzetên HDP’ê li navçeya Hezro ji aliyê welatiyan ve bi alên HDP’ê hatin pêşwazîkirin. Namzet çûn qada mîtîngê û silav dan gel. Di mîtîngê de Hevseroka DBP’ê Naşîde Toprak axivî û diyar kir ku vê cejnê jî desthilata AKP’ê xwîn rijan û di kesayeta welatiyên li Pirsûsê hatin qetilkirin de polîtîkayên AKP’ê şermezar kirin.

Piştre jî Selçûk Mizrakli axivî û destnîşan kir ku AKP di mîtînga li Stenbolê de li gel Tansû Çîller bal kişand ser peyama ji bo Kurdan hate dayîn û got: “Yên ku ji bo qatilan dibin bask û hevkar, derdikevin û peyam didin; lê em natirsin.”

ÇINAR

Namzetên HDP’ê piştî Hezroyê berê xwe dan Çinarê, li vir jî gel eleqeyek mezin nîşan dan. Namzetên ku bi konvoyeke bi dehan wesayîtan kete qada mîtîngê, bi gel re li qadê govend gerandin. Hevserokê HDP’ê Mehmet Şerîf Çamçi yê li vir axivî, diyar kir ku zalim her demê zilam xwe didomînin, li hemberî vê jî berxwedana gel tim didome. Çamçî got: “Em hilbijartin hilbijartineke girîng e. Divê em biçin ser sindoqan û destê xwe danin ser wijdana xwe, dayika Teybetî Sûr, Cizîr û Nisêbînê, wezîfedarkirina qeyûman a ji bo şaredariyê me, êşa me ya kûr Qetlîama Roboskî dîsa ya ji hemûyan girîngtir Birê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bîr nekin. Ev bi salan e Birêz Ocalan di nava tecîrdê de ye. Kilîda aştiyê ya ne tenê ji bo gelê Kurd û Tirk di hemam demê de kilîda aştiyê ya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye. Ji bo vê divê di 24’ê Hezîranê de dersa herî mezin bide AKP-MHP’ê.”

Namzetê Parlemeteriyê yê Amedê Abdurrahîm Dûrmûş jî bal kişand ser qetlîama Pirsûsê û diyar kir ku AKP xwedî li qatilan derdikeve.

ÎDIR

Saetên sibê namzet û welatî li pêşiya avahiya buroya hilbijartinê ya HDP’ê kombûn, belavî 2 koman bûn û xebatên hilbijartinê domandin. Komên HDP’ê li gundên girêdayî navend û taxên navendê geriyan û belavok belavkirin. Welatî û gundiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da, şekir û ça pêşwazî kirin.

LI QERS Û ERDEXANÊ XEBATÊN HILBIJARTINÊ DIDOMIN

Li Qers û Erdexanê namzetên HDP’ê lez da xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê. Namzeta HDP’ê ya Qersê Arzû Moco li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê serdana nexweşan kir û namzetê din Bişar Abdî Alinak jî li gundên Qaxizmanê bi gel re civiya.

Namzetên HDP’ê yên Erdexanê Taşkin Aktaş û Ozturk Polat jî li gundên Golete, Bînbaşar ên Erdexanê bi gel re civiyan. Namzetên HDP’ê li gundê Surugun yê Erdexanê jî beşdarî vekirina Komeleya Alîkarî û Piştevanî ya Civakî bûn.