'Divê her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê û got, ji bo faşîzm bê têkbirin divê her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nirxand. Ronahî ji ANF'ê re axivî û işaret bi girîngiya dîrokî ya hilbijartinê kir.

Ronahî destnîşan kir ku ev hilbijartin gelekî girîng in ku dikare bandorê li paşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bike. Elîf Ronahî got, divê hemû dengdêr bi vê bîr û baweriyê dengê xwe bidin û wiha dewam kir: "Pêwîste girseya li başûrê rojavayê welêt, Kurdên Elewî bi rengekî çalka tevlî hilbijartinê bibe. Elbîstan, Pazarcix, Mereş û gundên wê bi salan deng dan CHP'ê. Rewşa CHP'ê ya niha û nêzîkatiya xwe ya li Kurdan li pêş çavan e. Divê girseya başûrê rojava bi vê zanibe, hesabê vê bike û li ser vê bingehê di hilbijartinê de bi erk û mîsyona xwe ya dîrokî rabe."

Elîf Ronahî da xuyakirin ku bi rêya zext û zordariyê hewl tê dayin gel bê tepisandin û êrîş û komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin bi bîr xist.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Ronahî bi dewamî got, "Erdogan dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li Kurdistanê bidomîne. Lewma hewl dide 5 salên tê garantî bike. Girîng e gelê Mereşê, civata Elewiyan hay ji vê hebe û bi vê bîr û baweriyê tevlî hilbijartinê bibe." Ronahî bang li dengdêrên başûrê rojava yên li Ewropayê kir û ji wan xwest, mirovên li derdora xwe jî ji bo dengdanê qanih bikin.

DENGEKÎ BI TENÊ JÎ DI VÊ HILBIJARTINÊ DE GELEKÎ GIRÎNG E

Ronahî destnîşan kir ku nêrîna "çi bê kirin jî wê Erdogan bi ser bikeve" nêrîneke şaş e û got, "Qeder nîne ku Erdogan timî desthilatdar be û li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê bimeşîne. Di destê gel de ye ku Erdogan bê têkbirin û faşîzm ji holê were rakirin. Lewma dengekî bi tenê jî di vê hilbijartinê de gelekî girîng e û bi bandor e. Divê gelê li başûrê rojava bi vê zanibe."

Ronahî diyar kir, divê firsenda heyî gelekî baş bê bikaranîn û destnîşan kir, eger Kurdên Elewî yên li Mereşê bi vê baweriyê biçin ser sindoqan wê HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û siyaseta dmeokratîk li Parlamenta Tirkiyeyê bê temsîlkirin. Ronahî got, ev yek wê ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê ya dema bê, bibe zemîneke xurt.

ERK Û WEZÎFEYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ JINAN

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî anî ziman ku erk û wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinên Kurd û Tirkiyeyî û bi dewamî got, "Pêwîste jin zanibin ku her dengekî wan guleke demokrasî û azadiyê ye û bi vî rengî biçin ser sindoqan. Eger HDP di vê hilbijartinê de ji bendê derbas bibe, wê hem li hundir hem jî li derve li dijî zayendîperestiya civakî têdikoşe. Her wiha jin wê bibe jehrkuja ji bo têkbirina faşîzma Erdogan."

Elîf Ronahî got, ji bo di navbera gelên Mezopotamya û Anatoliyê de bingeheke siyasî, aştiyane û demokratîk bê afirandin, divê jin bi rola pirê rabin û diyar kir, girîng e her jinek bi dehan kesê/î bi rêxistin bike û biçe ser sindoqan. Ronahî got, "Pêwîste jin dengê xwe bidin HDP'ê û Demîrtaş, îradeya xwe ya rêxistinbûyî di sindoqan de jî nîşan bidin û bi coşa cejnê tevlî hilbijartinê bibin." Ronahî destnîşan kir, eger HDP ji bendê derbas nebe wê zîhniyeta koledariyê li jinê ferz dike, di asta herî dijwar de bidome.

GIRÎNG E HER KES BI BERPIRSYARIYA XWE YA DÎROKÎ BIÇE SER SINDOQAN

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî got, eger faşîzma Erdogan neyê têkbirn wê ne tenê gelê Kurd, her wiha li dijî hemû gelên Tirkiyeyê êrîş zêde bibin û got, "Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, girîng e her kes bi berpirsyariyeke dîrokî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.

Eger HDP ji bendê derbas bibe, jin wê hem li qada civakî hem jî li ya siyasî zeımîneke xurt a têkoşînê biafirînin û li ser bingeha vê têkoşînê wê jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêşengiyê ji aştiyê re bikin. Ez pê bawerim ku di hilbijartinê de wê jin bi ser bikevin û di dema mayî de wê bi erka pêşengiyê rabin. Ji gelê me û hemû jinan re di hilbijartinê de serketinê dixwazim."