AKP'ê karê xwe yê hilbijartinê şidand: 17 kes hatin destgîrkirin
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê tenê çend roj man. Rejîma AKP-MHP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî zêde kir. li Edeneyê di serdegirtina malan de 17 kes hatin destgîrkirin.
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê tenê çend roj man. Rejîma AKP-MHP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî zêde kir. li Edeneyê di serdegirtina malan de 17 kes hatin destgîrkirin.
Li navenda Edeneyê û navçeya Ceyhanê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser gelek malan. Li navenda Edeneyê 12, li navçeya Ceyhanê jî 5 kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Tipa Edlî ya Edeneyê, birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li bajêr.