Li Enqere û Semsûrê gelek kes hatin destgîrkirin

Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Enqere û Semsûrê 9 kes hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê hefteyek beriya hilbijartinê zend û bend ba da. Di vê çarçoveyê de li Enqereyê 4 ciwan, li Semsûrê jî 5 HDP'yî hatin destgîrkirin.

ENQERE

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser maleke li Enqereyê û tevî Yahya Dag, ciwanên bi navê Caner, Umît û Melîh ên li ser paşnavê wan agahî nehatin bidestxistin, destgîr kirin. Ciwan li Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Enqereyê ne.

SEMSÛR

Li bajarokê Çelîkhan ê Semsûrê jî, jendermeyan danê sibehê avêtin ser çend malên li bajarokê Bûlamê. Endamên desteya sindoqan ên HDP'yî Sabrî Sel, Alî Calgan, Mahmût Albayrak, Zeynel Yildiz û Alî Dagdevîren hatin destgîrkirin.

Her pênc HDP'yî birin Fermandariya Jendermeyan a li Navçeya Çelîkhanê.