Tûran: Eger HDP nebe wê her tişt xerabtir bibe

Namzetê HDP'ê yê rêza duyemîn ê Mersînê Ridvan Tûran destnîşan kir ku eger HDP li Meclîsê nebe wê her tişt hîn xerabtir bibe.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza duyemîn ê Mersînê Ridvan Tûran diyar kir ku ew hewl diidn demokrasî, mafên mirovan, aştî û biratiyê pêk bînin û got, "êdî gel xwedî hêz û bandoreke xurt e, lewma piştî ku AKP bê têkbirin wê pêşî li têkoşîna demokrasiyê vebe.

Tûran bal kişand ser hewldanên ji bo hiştina HDP'ê di binê benda hilbijartinê de û got: "Ne tercîha me bû ku em li derveyî tifaqa millet bimînin. Lê belê hin hevsengiyên hêzê bûn sedem ku em li derveyî tifaqê bimînin."

Tûran destnîşan kir ku mayina li derveyî tifaqa millet gelek derfetên mezin dide wan û wiha dewam kir: "HDP di vê rewşê de dikare gelek tiştên stratejîk bike. Her kes zane ku eger HDP di binê benda hilbijartinê de bimîne, ti ji soz û hewldanên tifaqa millet wê bi cih neyên. Em bi wezîfe û berpirsyariya diyarker radibin. Em ê nîşan bidin ku li derveyî vê tifaqê em xwedî hêzekek gelekî mezin in."

Ridvan Tûran da xuyakirin ku HDP wê di vê hilbijartinê de mezintir bibe û hîn bi xurtî bi ser bikeve.

Tûran bal kişand ser dîmenê axaftineke Tayyîp Erdogan û anî ziman ku ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle çi jê bê wê bike. Tûran got, "Ev yek jî nîşan dide bê HDP çiqasî hêja ye."

Di dewama axaftina xwe de Tûran komkujiya li Pirsûsê ya ji aliyê AKP'iyan ve hate kirin bi bîr xist û got, "Ya ku hate kirin, hovîtî ye. Her wiha tiştekî namerdî ye ku çapemeniyê ev yek nîşan neda. Esnaf jê re dibêje; ez deng nadim te û li ser vê yekê êrîş lê tê kirin. Karê hilbijartinê bi vî rengî nîne. Çawa ku komkujiya Pirsûsê ya beriya niha rê li ber serdemeke nû vekir, hewl didin dîsa bi komkujiya Pirsûsê re serdemeke din bidin destpêkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku şovenîzmê sor bikin, dijminatiya li HDP'ê biafirînin û bi êrîşa dijî HDP'ê re bandora siyasî ya HDP'ê qels bikin."

Tûran diyar kir ku ev yek gavek ji bo armanca Erdogan a têkbirina HDP'ê ye, lê belê wê bi ser nekevin.

Ridvan Tûran ragihand, gelê li rojavayê welêt jî stratejiya desthilatdariya AKP'ê dibîne û got, "Gelê me di vî warî de hişyar bûye. Gelê li rojava jî van gavên AKP'ê dibîne. Tevî siyaseta sorkirina şovenîzmê, gel dibîne ku eger HDP nebe, wê rewş ji 16 salên bihurî xerabtir bibe. Lewma bila serî li komkujî û provokasyonên wiha nedin. Bila pişta xwe bi siyaseta komkujiyê germ nedin."