Rejîma Îranê, biryar dabû ku girtiyê siyasî yê Kurd Rehîm Hisên Penahî, piştî cejnê darve bike. Bertekên li hemberî vê biryarê zêde dibin. Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard, Raportorê Taybet ê Mafê Tenduristiyê Dainius Puras, Raroptorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê Nils Melzer, têkildarî biryara Rejîma Îranê ya di derbarê siyasetmedarê Kurd Ramîn Hisên Penahî de Îran hişyar kir û xwest bi lezgîn biryarê rawestînin.
Raportorên Taybet ên NY'ê ji Îranê xwest ku siyasetmedarê Kurd Penahî bi lezgîn biryara darvekirinê rawestînin û biryarê betal bikin.
‘PENAHÎ BI AWAYEKE ADIL NE HATE DARIZANDIN’
Raportoran diyar kirin ku Panahî bi awayekî adil nehatiye darizandin û mafê wî yê tenduristî û tibî hatiye asteng kirin. Raportoran da zanîn ku dîsa li girtîgehê êşkence lê hatiye kirin. Raportoran destnîşan kirin ku sûcdariya derbarê Penahî ne li gorî standartên navneteweyî ne û gotin: “Ji ber ku Îran guh nade hişyariyan ku biryara darvekirine betal bike û dixwaze biryarê pêk bîne di derbarê biryara têkildarî Penahî de em bi fikar û xemgîn in."
PENAHÎ KÎ YE?
Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 23'ê Hezîrana 2017'an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Penahî hatiye birîn.
Hêjayî bibîrxistineyê ku heta niha gelek rêxistinên civaka sivîl, navnetwî, herêmî nerazîbûn nîşanî biryara cezayê darvekirina girtiyê Kurd Ramîn Hisên Penahî dane. Daxwaz ji Îranê tê kirin ku cezayê Penahî xira bike. Lê heta niha rejîma Îranê ti bersivek erênî ne daye.