KURDISTAN
PJAKê derbarê pevçûnên di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyanî da û diyar kir ku civakên Îranê ne neçarin ku di navbera du bijardeyên şer û desthilata dîkdator de bimîne û ji bo hemû civakên Îranê banga "Rêveberiya Xweser" û rêxistinkirinê kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Amedê dest bi serdana partiyên siyasî kir, diyar kir ku hevdîtina Rêber Apo ya bi lîderên Kurd re wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike.
KCK’ê li ser êrîşên Îsraîlê daxuyanî da û got: “Em vê şerê ku li gelan dide windakirin û rê li ber hilweşandinan vedike şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyê pirsgirêkan çareser bikin.
HPG-NRÇ’ê nasnameya fermandar Delîl Temel ê li Qendîlê şehîd bû eşkere kir û got, “Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol.”
HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, drone, sondaj, kepçe û çekên giran êrîşî tunelên gerîla dike û hewl dide hilweşîne. Lewma bang li her kesî kir ku li ber van êrîşên li derveyî mirovahiyê rabin.
Hemû Nûçe
-
Ereb: Em mafê xwe yê rewa bikar tînin
Yek ji fermandarên YBŞ’ê Xebat Ereb diyar kir ku ew ji hemû êrîşan re amade ne û got: “Em parastina xwe dikin. Em bi saya şehîdan hatine roja îro û mafê me yê xwe parastin û rêvebirinê jî heye.”
-
HPG: Tîmên gerîlayan 16 dagirker ceza kirin
Tîmên gerok ên gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyan de 16 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin. Dagirkerên ku derbên giran dixwin çekên kîmyewî bi kar tînin.
-
Li Botanê 7 dagirker hatin cezakirin
Ji bo bîranîna gerîlayên di êrişên dagirkeriyê de yên li Zap û Avaşînê şehîd bûn, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
-
-
-
-
-
Bor: Hêja bû ku di oxira wê de 28 salan razam
Fuat Bor ku piştî 28 salan hat berdan wiha got: “Ji bo jiyanek azad û siberojê bû. Bi qasî êş û zehmetiyên xwe, serbilindî û rûmetê li ser piyan hişt. Piştî 28 salan dema ku ez lê dinêrim, ez dibêjim, kêmasiyên me çêbû jî hêja bû ku razam.”
-
-
-
-
-
PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî
PKK’ê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got “Gerîla û gelê Kurd yê ku xwe li ser xeta şehîdan perwerde dike, bi pêşengiya berxwedanên Zap û Avaşînê her rojê bike rojeke ku destanên qehremaniyê tê nivîsandin û wê faşîzma AKP û MHP’ê teqez hilweşîne.”
-
-
-
Li Mexmûrê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’ê Gulanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di şahiyê de berxwedana gerîlayên azadiyê hate silavkirin.
-
-
-
Li Cizîrê wê 'Nobeta Jiyanê' bê destpêkirin
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr di serdana xwe ya li goristana li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ragihand ku ew ê li dijî şer çalakiya "Nobeta Jiyanê" bidin destpêkirin.
-
Ji qada Seyîd Riza peyama têkoşînê hat dayîn
Li Dersimê bi boneya 1‘ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de hat diyarkirin ku divê her kes li dijî fermana îstîsmar û dagirkeriyê têbikoşe.
-
-
-
-
MXDŞ Cejna Remezanê pîroz kir
MXDŞ’ê bi boneya Cejan Remezanê ya alema Îslamê peyamek da û got: “Em cejna alema Misilman ku ji bo atşî, azadî û jiyana hevbeş xwedî ked in pîroz dikin.”
-