Ji qada Seyîd Riza peyama têkoşînê hat dayîn

Li Dersimê bi boneya 1‘ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de hat diyarkirin ku divê her kes li dijî fermana îstîsmar û dagirkeriyê têbikoşe.

Li Dersimê bi boneya 1‘ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî mîtîng hate lidarxistin. Mîtîng li qada Seyîd Riza hat lidarxistin. Sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî tevlî mîtîngê bûn. Sendîka, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û bi sedan welatî li Kolana Hunerê hatin bal hev, ji wir ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan û 1‘ê Gulanê pîroz kirin.

‘KRÎZA ABORÎ Û CIVAKÊ HER KU DIÇE KÛR DIBE‘

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê Hevserokê Şaxê Egîtim Sen a Dersimê Huseyîn Kasûn axivî.  Kasûn anî ziman ku bedelê felaketên kapîtalîzma hov û har li cîhanê û welatê me bûye sedema bi milyonan mirov bi canê xwe, xweza jî bi texrîbatên hew baş dibin didin.Kasûn da zanîn ku krîza aborî û civakî ya welatê me gav bi gav dehf didin her ku diçe giran kûr dibe û got: “Bes e ji vê pergala dijminê mirov, ked û xwezayê re. Çi dibe bila bibe hêviya me ji hatina rojên xweş heye.“ 

Seroka Şaxê DÎSK’ê yê Dersimê jî wiha got: ‘’Em li cihê herî krîtîk ê erdnîgariya Tirkiyeyê dijîn. Ji berê de li vê erdnîgariyê şer, koçberî, neheqî çêbûne, mirov û nirxên mirovî, nirxên bingehîn ên mirovahiyê hatine serûbinkirin. Ji qewlê Apê Mûsa ve; em hem şahid, hem bersûc, hem jî dozkerê li vê pergalê ne. Piştî lîstîka 15‘ê Tîrmehê em bi hezaran kedkar ji ked, paşeroj û pêşeroja xwe hatin kirin.“

‘EM Ê LI DIJÎ PERGALA MÊTINGERÎ Û DAGIRKERIYÊ TÊBIKOŞIN‘

Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu destnîşan kir ku desthilatdarî ne bi tenê kedê lê ziman, çand û baweriyan jî îstismar dike û ev tişt gotin: ‘’Desthilatdarî li dijî ked, kar, nan û hemû nirxan dest bi şer kiriye. Wek ku şerê di hundir de ne bes be îcar li Başûrê Kurdistanê şer da destpêkirin. Divê her kes li dijî vê dagirkeriyê rabe. Em vê dagirkeriyê nalet dikin. Em ê li dijî pergala mêtingerî û dagirkeriyê têbikoşin.’’

Mîtîng bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.