CPT dîmenê dagirkeriya dewleta Tirk weşand
Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan -CPT) têkildarê binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dîmenek weşand.
Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan -CPT) têkildarê binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dîmenek weşand.
Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan (CPT) têkildarî Başûrê Kurdistanê dîmenek weşand. Di dîmenê hatî weşandin de dagirkerî û sûcên dewleta Tirk a li hemberî welatiyên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, cih digire.
Li gorî dîmenê dewleta Tirk a dagirker li gundê Hirorê yê Başûrê Kurdistanê 4 baregehên leşkerî çêkiriye. Di heman demê de CPT bal dikişîne ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker, dema di êrîşên xwe de sivîlan hedef digire. Di dîmen de pir zelal xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker mal û cihên welatiyan bombebaran dike.