KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
MXDŞ: PDK bi navê me nikare danûstandinan bike
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hişyarî da ku PDK ji endamên xwe heyetekê amade ku bişîne Bexdayê û li ser navê Şengalê bazariyê bike. Meclîsê ragihand ku ew vê heyetê û hevdîtinên ku bikin bi ti awayî qebûl nakin, nas nakin. -
HPG: 13 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Xakurkê çalakî lidar xistin. Di encamê de 13 dagirker hatin cezakirin, yek birîndar bû. Çeperek hate rûxandin, derb li droneyekê hate xistin. -
Êşkenceya li girtîgehê, li derve jî dewam kirin
Leşkerên Tirk ku li Wanê girtiyek anîn nexweşxaneyê, bi îdîaya ku hewl daye bireve li hewşa nexweşxaneyê êşkence li girtî kirin. -
Leşkerên Tirk ên dagirker mezraya Kûtosê dan valakirin
Li çiyayên Katoyê êrişên dagirker didome. Leşkerên Tirk mezraya Kûtosê ya bi ser gundê Marînûsê dan valakirin. -
Gerîlayên YJA Starê: Ne ji PDK'ê be, dewleta Tirk newêre êriş bike
Gerîlayên YJA Starê yên li qada Kurojahro gotin, "Ne ji hevkariya PDK'ê be dewleta Tirk wê newêribe êrişî herêmên me bike. Em ê rê nedin dijmin." -
Qeyûm, Wan û navçeyên wê herimandiye
Kolanên Wan û navçeyên wê bi destê qeyûmên rejîma AKP-MHP'ê hatine herimandin. Jinên Wanî kolanên xwe ji qirêjiya qeyûman paqij dikin. -
Besê Hozat: PDK dixwaze Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke Tirkiyeyê
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku PDK hewl dide Başûr bike wîlayeteke fermî ya Tirkiyeyê û got, "Tirkiye dixwaze Başûr bike wîlayeteke xwe û yekî ji Barzaniyan deyne serî. Diyar e di vê mijarê de li hev kirine." -
PJAK’ê şehîdên sêdarê bi bîr anî
PJAK’ê şehîdên Sêdarê bi bîr anî û diyar kir ku Şehîdên 9’ê Gulanê bi têkoşîna xwe, di dîroka têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de rûpelek dîrokî nivîsandiye. -
Milîsên Jin ên Tîrêjên Rojê yên Şehîd Zîlan li Geverê çalakî pêk anîn
Milîsên Jinên Tîrêjên Rojê yên Şehîd Zîlan 2 û 4’ê Gulanê li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî polîsên Tirk çalakî lidar xistin. -
Dayikên Nisêbînê: Divê dayîk biherikin ser sînor
Dayikên ku li Nisêbînê hatin cem hev êrîşên dagirkeriyê ya AKP-PDK şermezar kirin û gotin, “Divê dayîk biherikin ser sînor.” -
HPG: 11 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hat xistin- HAT NÛKIRIN
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li herêmên Avaşîn, Zap û Xakurkê di çalakiyên gerîlayan ên li dijî hêzên dagirker ên Tirk de 11 dagirker hatine cezakirin, derb li 2 helîkopteran hatiye xistin. -
'Divê rojnamevan demildest bêne berdan'
Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevan Marlene Forster û Matej Kavcîc da û got divê herdu rojnamevan demildest bên berdan. -
Dîmenê çalakiya YJA Starê ya li Werxelê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li qada Werxelê weşand, ku di 26'ê Nîsanê de hatibû kirin û di encamê de 8 dagirker hatibûn cezakirin. -
Gulan Avaşîn: Wê bibînin bê Zap cihekî çawa ye
Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Gulan Avaşîn: Şerê ku niha niha dewam dike wê girantir bibe. Madem hatine vê derê, wê bibînin bê ev der cihekî çawa ye. Wê bi rengekî mezin bişikên. -
Mûçe nehate dayîn, dîsa karmend daketin kolanan
Nedayîna mûçeyên karmed û mamostayên zanîngehên Başûrê Kurdistanê kir ku her dawiya mehê dadikevin qdaan û ev yek bibe kareke rûtîn ê her mehê. Ji ber nedayîna mûçeyên karmendan mamoste dîsa li kolanan bûn. -
HPG: Nîşan dan ku Kurd ên azad serî li ber mêtingeriyê natewînin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Li dijî êrişên qirker ên dijmin, bi berxwedaneke destanî ya bi hişmendiya wezîfeyên dîrokî careke din nîşan dan ku Kurd ên azad li hemberî mêtingeriyê serî natewînin." -
Berekat Mirad: Nabe PDK a ku Şengal ji DAÎŞ’ê re hişt vegere
Ji rûspiyên eşîra Feqîran a Şengalê Berekat Mirad diyar kir ku yên Şengal di nava çeteyên hov de hiştin û reviyan, nabe ku careke din vegerin Şengalê û got, "Divê kes vê yekê ji me nexwaze." -
Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê gule bera zarokekî 9 salî da
Çeteyên bi Erdogan ve girêdayî ji bajarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, gule bera serê zarokekî 9 salî yê bi navê Yûsûf Y. yê li Serêkaniya Rihayê da. -
KJAR’ê şehîdên sêdarê bi bîr anî
KJAR’ê şehîdên sêdarê bi bîr anîn û banga berxwedanê li gelê Kurd, bi taybetî li jinan kir ku her derê bikin cihê têkoşîn û berxwedanê. -
Li Geverê êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hat şermezarkirin
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Geverê axivî û diyar kir ku divê gelê Kurd bertek nîşanî PDK’ê bide ku ji Tirkiyeyê re xizmetê dike û got:“PDK xiyanetê li wesyeta Qazî Mihemed a berî 75 salan dike. Divê êdî gelê me yê Başûr ji PDK’ê re bibêje êdî bes e." -
Hêzên Kazimî li Duholê êrişî gel kir - HATE NÛKIRIN
Hêzên çekdar ên girêdayî Kazimî êriş birin ser gel ê ku li Duholê çalakî lidar dixistin. Aloziya li qadê didome. -
Gerîlayê HPG'ê Yorûlmaz li ser gora xwe bi bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Gaffarî Yorûlmaz ê ku di şerê berî 2 sal berê li Semsûrê derketibû û şehîd bibû, li ser gora xwe hat bîranîn. -
Li Cizirê operasyona qirkirina siyasî: 10 zarok hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Cizirê, 10 zarok hatin destgîrkirin. -
HPG: 18 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin -HATE NÛKIRIN
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de bi qasî ku hate tespîtkirin 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin, çepereke çeka A4 û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin. -
Li aqûbeta Ayşîna ‘winda’ hate pirsîn
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn pirsîn ên ku piştî hatibû destgîrkirin hatibû ‘windakirin’ .