Heso Îbrahîm: Ji bilî berxwedanê Şengal wê rêyeke din nas neke; dema seferberiyê ye

Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm diyar kir ku ew dijminatiyê li kesî nake, lê belê kî bi ser Şengalê ve were, ew ê li ber xwe bidin. Heso Îbrahîm diyar kir ku ji bo wan dem dema seferberiyê ye û bang li civaka Êzidî û gelê Kurd kir.

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm beşdarî bulteneke Çira TV bû û li ser êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê axivî.

Heso Îbrahîm destnîşan kir ku bi navê civaka Êzidî, Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên xweparastinê yên Şengalê ji bilî berxwedanê rêyeke din li ber wan nîne û got, "Em ne dijminê dewleta Iraqê ne, me hêz li hemberî dewleta Iraqê ava nekirine, lê ger hikumeta Kazimî bixwaze planên DAÎŞ'ê pêk bîne wê bersivê werbigire. Bersiv jî tê dayin. Ji bilî berxwedanê li Şengalê tiştek nîne."

Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê bi van gotinan destnîşan kir:

"Çawa 2014'an me li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan, çawa me heta niha li hemberî dewleta Tirk li ber xwe dane, kî bi ser me ve were em ê li ber xwe bidin. Bila kes ne li bendê be ku xelkê Şengalê teslîm bibe."

Di dawiyê de jî ev bang li civaka Êzidî û gelê Kurd kir: "Weke Rêveberiya Xweser em bang li miletê xwe dikin, bi taybetî miletê Êzidî êdî dem dema berxwedanê ye, dema seferberiyê ye.

Em naxwazin şer çêbibe, lê eger bê jî em seferberiyê ji miletê xwe dixwazin. Kî bi ser Şengalê ve bê em ê li ber xwe bidin."