Şeniyên Mexmûrê Cejna Remezanê pîroz kir

Şeniyên Wargeha Penaberan a Mexmûr piştî nimêja cejna, çûn serdana goristanê û li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hev pîroz kirin.

Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejna Remezanê çûn serdana goristanê. Piştre jî çûn Saziya Malbatên Şehîdan û cejna hev pîroz kirin.

Mele Elî Spêrtî di vê kombûnê de axivî, cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tevgera azadiyê, şervanên serê çiya û tevahiya misilmanan pîroz kir.

Mele Elî Spêrtî got, "Cejn, tê wateya aştî û hevgirtinê. Divê di rojek wiha pîroz de em bibin yek û di nava aramiyê de bijîn. Niha şervanên ku li serê çiya li dijî êrişên dagirkeriyê şer dikin, ji bo me mirovên herî pîroz in. Em cejna wan ji dil û can pîroz dikin û piştgiriya xwe ya bê dawî diyarî wan dikin. Serketin wê teqez a zarokên me be, ji ber ku ew şerê heqiqet û rûmetê dikin. Ew ê nehelin ku neteweyek bê windakirin. Kesên ku li dijî êrişên dagirkeriyê bêdeng dimînin, bi ti awayî ne mirov in. Em ê bêdengiyê ti carî qebûl nekin. Erdogan ola Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, ew munafiq e. Bi çekên kîmyewî êrişî zarokên me dike û piştre diçe Hecê. Bê exlaqiyek wiha di dîrokê de nehatiye dîtin. Bi kijan rûyî dikare here cihek wiha pîroz. Erdogan û kesên weke wî navê Îslamê qirêj dikin. Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya yekîtî û azadiyê. Dubare cejna hemû gelê xwe pîroz dikin.

Piştî axaftina Mele Elî Spêrtî, şeniyên wargehê, li nav wargehê geriyan û cejna Remezanê pîroz kirin.