KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Şengalê bi soza berxwedanê şehîdê xwe spart axê
Îro bi sedan ji xelkê Şengalê bi merasîmekê xwedî li şehîdê xwe Şervan Êzidxan derket. Di merasîma veşartina şehîd Şervan de civaka Êzidî soza xwe ya berxwedaniyê dubare kir. -
HPG: Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 14 dagirker hatin cezakirin
Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuayniyekê ragihand ku di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê 14 dagirker hatin cezakirin. -
Li Efrînê dagirkerek hate cezakirin
Li Efrînê, di çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker de tegmen Talha Bahadir ê dagirker hate cezakirin. -
YNK: Yê ku Şengal radestî DAÎŞ'ê kir PDK ye
Polîtburo ya YNK'ê got, "Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kirin, yê ku xelkê Şengalê radestî çeteyên DAÎŞ'ê kir û reviya PDK bû." -
Xelkê Mexmûrê bang kir: Şengalê bi tenê nehêlin, xwedî lê derkevin
Şêniyên wargeha Mexmûrê li ber êrişên li ser Şengalê rabûn û bang li gelê Kurd kir ku şengalê bi tenê nehêlin û xwedî lê derkevin. -
Qasim: Êzidiyek bi tenê bimîne jî em dev ji xweseriyê bernadin
Endamê Rêveberiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Xelef Qasim got “Êzidiyek bi tenê bimîne jî em dev ji xweseriyê bernadin. Em ê berxwedanê bidomînin. -
Kolbernews: Meha Nîsanê 4 kolber hatin kuştin, 54 jî birîndar bûn
Kolbernewsê ragihand ku meha Nîsanê di encama êrişa hêzên çekdar ên dewleta Îranê de herî kêm 4 kolber hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûne. -
'Xiyanet û qirkirina li dijî Kurdan dewam dike'
Yek ji şahidên komkujiya Dersimê ya sala 1937-38 Hayrî Pîlavci işaret bi hevkariya PDK-Dewleta Tirk kir û got, "Di 38'an de qetil kirin, niha jî qetil dikin... Xiyanet û qirkirina li dijî Kurdan dewam dike." -
Gerîlayên ku diçin şer: Em ti carî dest ji Zapê bernadin
Gerîlayên HPG'ê ku ji bo şikandina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk diçin qadên şer, wiha axivîn: "Em yek bi tenê jî bimînin, em ê ti carî dest ji Zapê bernedin. Em ê dîrokê diyar bikin." -
Gelê Botanê li hemberî şer di ‘Nobeta Jiyanê‘ de ye
Li hemberî şer “Nobeta Jiyanê“ ya gelê Botanê berdewam dike. Di Nobeta Jiyanê de peyama, “Divê em li hemberî şer bên cem hev û têkoşînê bilind bikin“ hat dayîn. -
YBŞ‘ê nasnameya şehîdek xwe aşkera kir
Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şervanekê xwe ku di êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî de şehîd bûye aşkara kir. -
Rêveberiya Xweser: Em li dor Şengalê bibin yek
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Peymana 9’ê Cotmehê weke çavkaniya êrişan pênase kir û ragihand, "Divê em li dora Şengalê bibin yek. Em bang li hêzên Iraqî dikin ku nekevin hîleyên PDK û dewleta Tirk." -
YBŞ: Êrîş bi fermana Tirkiyê û PDK’ê pêk tên
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku êrîşên hikûmeta Kazimî bi fermana dewleta Tirk a dagiker û bi sorkirina PDK’ê û Fermandariya Operasyona Mûsilê pêk hatiye û got:" Ev hewldanên hikûmeta Kazimî rê li ber dagikirina axa Iraqê vedike. " -
Karayilan: Dilê Kurdistanê li Zapê lê dide
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel: Dilê welatparêzên Kurdistanê îro li Zapê lê dide. Lewma gelê me li her derê çalakiyan dike. Ji ber ku berxwedana Zapê berxwedana gelê Kurdistanê ye. -
Berxwedan geş dibe, 13 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA-Starê didome. Di van çalakiyan de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobeseyek hate îmhakirin. -
Li gundê Tûglûkê çira hat pêxistin: Ji girtiyên nexweş re azadî!
Meclîsa Jinan a HDP û DAD'ê ya ku çûn gundê Merxo, di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo tevahî girtiyên nexweş azadî xwestin. -
Xizmên girtiyan di cejnê de jî çûn ber girtîgehê
Xizmên girtiyan di cejnê de jî çûn pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê û bal kişandin ser zilma li girtîgehan. -
Di meha Nîsanê de 4 rojnamevan hatin destgîrkirin, rojnamevanek jî hate girtin
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) diyar kir di meha Nîsanê de 4 rojnamevan hatin destgîrkirin, rojnamevanek hate girtin, êrişî 2 rojnamevanan hate kirin û 16 nûçe hatin astengkirin. -
Dîmenê çalakiya YJA Starê ya li Avaşînê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê ya li herêma Avaşînê weşand, ku 3 dagirker hatibûn cezakirin. -
Xelkê Şengalê li ber saziyên xwe nobed girt
Sazî û dezgehên Şengalê yên bi kedeke mezin hatine avakirin, bi biryardarî têne parastin. Ji 7 heta 70 salî şêniyên Şengalê xwedî li asayîşê û saziyên xwe derdikevin. -
Fermandar Dalaho: Divê ciwan rahêlin çekê û tevlî berxwedanê bibin
Yek ji Fermandarê Pêngav Şoreşger a Bazên Zagrosê Siyabend Dalaho diyar kir ku dewleta Tirk derbên giran dixwe. Dalaho bang li gelê Kurd û ciwanên Kurd kir ku bila çalakiyan mezintir bikin. -
Parêzer Aslihan Bûlût: Mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin
Ji TUHAD-FED'ê parêzer Aslihan Bûlût anî ziman ku girtiyên nexweş bi mirinê rû bi rû têne hiştin û got, "Bi tenê mayina girtiyekî nexweş hem tecrîd e, hem jî hewldanek ji bo tunekirina fîzîkî ye." -
Sûham Şengalî: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî got, li dijî êrişên hemwextî yên PDK-Enqere-Bexdayê wê li ber xwe bidin. -
Li Şirnexê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
Li Şirnex û navçeyên wê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê bi dirûşmeya “Li hemberî şer aştî, li hemberî mirinê jî jiyan“ çalakiya “Nobeta Jiyanê“ dest pê kir. -
Dayê Kinê: Em ê dest ji deskeftiyên xwe bernedin
Dayika Kinê bertek nîşanî hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî da û diyar kir ku civaka Êzidî tu carê teslîm nabe û got: “Deskeftiyên me xeta me ya sor e.“