Ereb: Em mafê xwe yê rewa bikar tînin

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Xebat Ereb diyar kir ku ew ji hemû êrîşan re amade ne û got: “Em parastina xwe dikin. Em bi saya şehîdan hatine roja îro û mafê me yê xwe parastin û rêvebirinê jî heye.”

Di derbarê rewşa dawî ya Şengalê de yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Xebat Ereb ku bi eslê xwe Ereb e, ji ajansa me re axivî.

‘ŞERÊ ME LI HEMBERÎ HÊZÊN KU DIXWAZIN ARAMIYA HERÊMÊ TÊK BIDIN E’

Fermandar Xebat Ereb di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku YBŞ ji bo parastina vê axê hatiye avakirin û wiha got: “Me tu car şer li hember Artêşa Iraqê nexwestiye. Em li hember hêzên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin şer dikin. Me berê jî ji bo xwe parastinê, bi sedan şehîd dane. Me liberxwe daye û ev herêm rizgar kiriye.”

 

‘EV ŞER WÊ NEKEVE XIMETA TU KESÎ’

Fermandar Xebat Ereb her wiha bal kişand ku xwe parastin helwesta wan ya rewa ye û got: “Em weke hêz, parastina hebûn û rûmeta xwe dikin. Ji bo em yekîtiya gelan li herêmê xurt bikin, em têdikoşin. Lê ev şerê ku di dawiyê de pêşketiye, em li hemberî wê mafê xwe yê parastina rewa bikartînin. Tu hêzekî leşkerî qebûl nake ku êrîşekî li ser were û bêdeng bimîne. Em ji hikumeta Iraqê re dibêjin ku ev şer wê nekeve xizmeta tu kesî. Wê dîsa koçberî li herêmê pêş bikeve. Ev herêma ku xwe bi xwîna şehîdan ava kiriye, tu car nayê jibîr kirin.”

‘ÊRIŞ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK WE TÊ KIRIN’

Ji fermandarên YBŞ’ê Xebat Ereb di dawiyê de dîsa xîtabê hikumeta Iraqê kir û ragihand ku îro li seranserê Iraqê DAÎŞ heye û her roj li gelek deveran jî êrîş dike. Ereb bal kişande ser piştperdeya êrişê û got; “Ev êrîşa ku tê kirin, ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin.”