Artêşa Iraqê êriş bir ser nuqteyên YBŞ û Asayîşa Êzidxanê

Artêşa Iraqê ku doh hejmareke zêde ya leşkerên xwe veguhast Şengalê û dor li gelek nuqteyên Asayîşa Êzidxanê girtin, li Sinûnê êriş bir ser hêzên xweparastinê yên Şengalê. Li herêmê şer qewimî.

Artêşê Iraqê serê sibehê hewl da bi hêzeke mezin derbasî nava Sinûnê bibe. Ji ber ku bi ser nuqteyên Asayîşa Êzidxanê ve çû careke din şer qewimî û hîn jî şer dewam dike.

Artêşa Iraqê bi zorê hewl dide ji milê Tirbika ve derbasî nehiya Sinunê bibe. Hêzên Asayîşa Êzidxanê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê bersiva êrişan didin. Şer dewam dike.

Artêşa Iraqê serê sibehê her wiha bi karwaneke wesayîtên zirxî ku ji 25 wesayîtan pêk dihat derbasî Medêban û sînorê Şengal-Rojavayê Kurdistanê bû. Di nav karwana wesayîtan de tank û çekên giran jî hebûn.

Doh jî li nehiya Sinûnê ji ber êrişa artêşa Iraqê ji bo demeke kurt şer qewimî bû û artêşa Iraqê neçar mabû xwe ji qadê vekişîne.

Artêşa Iraqê 18'ê Nîsanê li Şengalê dor li gelek nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ'ê girtibû û ji ber vê yekê jî şer qewimî bû.

Rojên dawî hem li Bexdayê hem jî li Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek civîn ahtin lidarxistin, lê belê tevî vê yekê jî artêşa Iraqê di polîtîkaya dorpêçkirin û êrişê de israr dike.